22 februari 2011

Serpêhatiya qijika qure

Dibêjin hebû tunebû, qijkeka(qirikeka) pir qurre, pozbilind hebû.
Ew hew qasî ji xwe razî û qure bû ku xwe ji qirikên din hemûyan jîrtir û xweşiktir didît. Bi kesî qayil nedibû.
Tinazê xwe bi qijikên din dikir, ew kêmaqil û nexweşik didît. Tim ji xwe ra digot:
-Ne heyfa min e ku ez ji van qijikên aqilsivik û pîsik im û bi wan ra dijîm. Heyfa yeka wek min ez di nava wan da bim.
Dawiya dawî, rojekê biryar da ji qijikan biqete, here bibe teyrê tawiz  ra bijî.
Piştî ku ev biryara xwe da, rabû çû ji der û doran çend perikên teyrê tawiz top kirin, ew xistin nabêna per û baskên xwe yên reşik û firiya çû, cî û meskenê teyrê tawiz.
Dema di nav koma teyrên tawiz da venîşt, wek ku ew jî teyreke tawiz be, bi nazdarî û quretiyeke mezin di nava wan da xwe li ba kir, bejna å bala xwe nîşanî wan da.
Lê belê teyrên tawiz di cî da ew nas kirin, fêm kirin ew teyreke(çûkeka) ne ji wan e, teyreke dine.
Lema jî rêrîş birin ser, pê da xeyidîn, bi hêrs jê ra gotin:
-De zû ji vir biteqize, qijika pîsa heram! Tu li ku em li ku! Tu jî dikî bi wî aqilê xwe yê sivik me bixapînî ha?
Û dûra jî hemûyan êrîş birin ser û bi wan nikilên xwe yên tûj ew dan ber nikilan. Di nav çend saniyan da him hemû perên xwe jê stendin û him wekî din jî ew baş rûçikandin.
Qijika qurre li hember vê êrîş û heqareta teyrê tawiz him mit û mat ma, him jî gelkî li ber xwe ket.
Wê qet bawer nedikir teyrên tawiz ewê  wê qebûl nekin, di ser da jî vê heqaretê lê bikin.
Axirê bi zor û bi halekî gelkî xerab xwe ji nav lepên teyrên tawiz xelas kir û firek da xwe û dîsa çû ba qijikan danî.
Bi hawakî şermezar û hustuxwar xwest per û baskên xwe yên rûçikî û birînên xwe ji meriv, heval û hogirên xwe yên berê veşêre.
Hêdî hêdî, bi şermezariyeke mezin xwe nêzî wan kir, xwest wek berê dîsa bi wan ra bipeyive û bilîze; fena ku qet tiştek nebûbe.
Lê belê ji nişka ve qîjînî ket nava qijikan û gişan bi hev ra êrîş birin ser û ew ji wir bi dûr xistin.
Gişa bi hev ra dan ser piştê.
Dema berdanê, ji nava xwe derxistin, jê ra gotin:
-Tu jî qijikeke wek me bû, lê te xwe ji me gelkî jîrtir, xweşiktir û mezintir didît, ne wisa?
Loma jî êdî ciyê te di nava me da tuneye. Tu dixwazî vê carê jî here nava mirîşkan û perên wan bi xwe ve ke. Ji ber ku te ev yek heq kiriye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE