Dibêjin rojeke havînê ya gelkî germ bû.
Şêr li ber siya zinarekî xwe dirêj kiribû û raketibû.
Mişkek jî qey ji xwe ra derketibû nêçîrî, bêhemdî hilkişiya ser pozê şêr û ew ji xew şiyar kir.
Xurrînî bi şêr ket, pir hêrs bûbû, û xwest bi wan kulabên xwe yên tu dibê ecêb mişk bipelixîne. Lê berî ku ew mişk bike nanik, mişk bi dengekî liberger jê ra got:
- Min efû bike mîrê min. Ez guneh im, min nekuje. Bawer bike nêteke min a xerab tunebû, bêhemdî ez hilkişiyam ser pozê te. Dema tu min bikuje jî ne goştê min xweş e, ne jî tu bi min têr dibî.
Şêr ji van gotinên mişk aciz bû, bi hawakî xulmaş xurriya.
Mişk ji dêlî ku ji tirsan devê wî têkeve hev, bi wêrekî got:
- Ya din jî, heger tu min nekujî, bihêlî ez bi riya xwe da herim, dibe ku di rojeke teng da ez qenciyekê bi te bikim.
Li ser van gotinên mişk pixînî bi şêr ket, pir keniya. Lê dîsa jî kêfa wî ji gotinên mişk ra hat, kulabên xwe ji ser mişk rakir, hîşt ew bi riya xwe da here. Lê di dilê xwe da jî got:
- Law mişkê reben, tu çi ye ku tu yê rojekê qenciyê bi min bikî!
Û dûra jî ji nuh ve kete xeweke bêbinî.
Piştî vê bûyerê bi demekê, şêr rojekê li daristanê derketibû nêçîrê. Di dema nêçîrê da ji nişka ve ket kemîneke nêçîrvana. Nêçîrvanan torreke mezin li ser riya wî ya nêçîrê vegirtibûn, ser wê jî bi pûş û pelaş baş girtibûn.
Şêr di kortê wer bû û di torrê aliqî. Ji bo ku xwe ji torrê xelas bike pirr li ber xwe da, xwest bi nahpirûkan torrê biçirîne, qetqetî bike, lê her ku li ber xwe da, xwe bir û anî, torr bêtir lê piçikî.
Dawiya dawî ji hêz û pertav da ket. Dema baş fêm kir xelasiya wî tuneye, nikane ji torrê xelas bibe, xurrîniyeke mezin pê ket. Dengê xurrîniya wî li daristanê olaneke mezin da, deng çû lawir û teyrên daristanê hemûyan, giş ji xew şiyar bûn.
Mişk dengê şêr nas kir, bi lez û bez çû gazî û hawara wî. Di medeke pir kin da xwe gîhand kemînê. Ji şêr ra got:
- Mîrê min, sakîn be, qet metirse. Ezê a nuka te rizgar bikim. Lê ji kerema xwe, xwe zêde li ba neke. Çimkî her ku tu xwe zêde dibî û tînî torr bêtir li te dipiçike. Xwe tevnelivîne.
Şêr dengê xwe nekir…
Mişk dest bi kurisandina torrê kir. Bi wan diranên xwe yên wek şûran tûj, torr kurisand, kurisand heta ku berê kulabên şêr, dûra serê wî, dû ra jî nigên wî yên dawî û dawiya dawî jî dêla wî ji torrê rizgar kir.
Şêr bi çapiyeke mezin hêzî ser xwe kir û ji kemînê derket. Berî ku ew û mişk ji hev biqetin, mişk jê ra got:
- Mîrê min, tê bîra te, dema min ji te ra got, min nekuje, dibe ku di rojeke teng da ez çêyiyekê bi te bikim, tu bi min keniya bû. Lê tu dibînî min çito tu xelas kirî! Ji bîr meke, yekcaranan mişk jî kanin alîkariya şêran bikin…
Şêr, bêyî ku bersîvekê bide mişk, serê xwe xist ber xwe, di wê şeva tarî da, di nava daristanê da wenda bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar