24 februari 2011

Suyar û mar

Dibêjin rojekê suyarek di ber qîşekî(ji ciyekî asê, pirkevir) ra dibuhurî. Ji nav qîş dengê hawar hawar û nalenalek çûyê.
Suyêr meraq kir û bi alî deng ve çû. Bala we dayê marek di bin gomakî(kevirekî mezin)da maye û hawar hawara wî ye, dibêje min ji bin vî kevirî xelas bikin.
Dema suyêr nêzîkayî lê kir, mêr(mar) bi lavakirineke mezin ji suyêr ra got:
- Suyaro, ez ketime bextê te, were min ji binê vî kevirî xelas bike!
Suyêr bala xwe dayê marekî tu dibê zîya ye. Suyar tirsiya, jê ra got:
- Tu mar î, bextê te tuneye, piştî ez te xelas bikim tu dikanî bi min vedî.
Mêr (mar) lê vegerand, got:
- Soz, ez bi te venadim. Ez vê bêbextitê bi te ra nakim. Heger tu min ji bin vî kevirî derxî ezê jî rojekê bi kêrî te bêm, çêyîyekê bi te bikim.
Suyêr li ser van gotinên mêr (mar), daxwaza wî qebûl kir. Û rabû ew ji bin gome derxist.
Lê suyêr çer kevir ji ser pişta wî rakir, mêr hema di cî da xwe avêt ji ser suyêr da û xwe li hustuyê wî piçikand. Suyar matmayî ma, jê ra got:
- Te xêr e birakê mar, ma qey tu dikî bêbextiyê bi min ra bikî û bi min vedî? Ma ne te soz dabû min, te gotibû tu yê bi min venedî?
Mar bi gotinên suyêr keniya, got:
- Ez mar im, ne biratiya min heye, ne jî bextê min! Ezê bi te vedim û te bikujim. Xelasiya te tuneye.
Suyêr got:
- Birakê mar, ma ne tu dikira di bin kevir da bimra, min kevir ji ser pişta te rakir û tu ji mirinê xelas kir. Niha jî tu yê çawa rabî vê bêbextiyê û qeleşiyê bi min ra bikî? Heger min alîkariya te nekira, niha tu miribû. Ma qey ev jî heqê çêyîya min e?
Mêr got:
- Dev ji van gotinan berde. Ne li ber min bigere, ne jî lavan bike, ezê bi te vedim û bi vî rengî jî marîtiya xwe îspat bikim.
Piştî van gotinên mar, suyar bêtir tirsiya. Lê tirsê ew ji mirinê xelas nedikir, lema jî divê bi hawakî riyek bidîta û xwe ji destê mar xelas bikira. Rabû ji mêr ra got:
- Ê baş e, jixwe wa ye te biryara xwe daye tu yê bi min vedî. Lê berî ku tu bi min vedî, ez dixwazim em herin ba şerîeta qadiyekî. Qadî got çi min qebûl e. Dûra jî tu bi min vedidî venadî, tu bi qîma xwe yî.
Mêr got:
- Emê herin ba kê?
Suyêr got:
- Hema bi rê da em berê rastî kê hatin emê wî wek qadî qebûl bikin.
Mêr ev pêşniyara suyêr qebûl kir û bi rê ketin û çûn.
Pirr çûn hidik çûn, rastî gayekî hatin. Suyêr berê dest pê kir, mesele ji gê ra got. Got:
- Gayê delal, ev marê ku xwe li hustiyê min piçikandiye di bin gomakî de mabû, dikira bimra. Li ser soz û ehda ku ewê bi min venede, min ew ji bin kevir xelas kir. Lê piştî min ew xelas kir, xwe li hustiyê min piçikand û fibêje ezê bi te vedim. Ma tu ji vê yekê ra dibêjî çi?
Gê(ga) got:
-Dema ez golik bûm we însên diya min pir didot, we nedihîşt ez têr wê bimêjim. Dema ez mezin bûm, bûm ga, îcar jî we rabû nîr xist hustuyê min, ez xistim cot, we nehîşt rojekê jî ez pişta xwe rast bikim. Bêyî cot, we gelek karên din jî bi min dikir. Lê nuha ne cot bi min dibe û ne jî karên din, loma jî we ez bera vê çola han dame ji bo ku gur û keftar min bixwin.
Peyva xwe dom kir, got:
-Maro, pê vede û bikuje! Bextê însanan tuneye!
Suyêr got:
- Ez vê şerîeta ga qebûl nakim. Ew ji xwediyê xwe qeherîye, min jî di agirê wî da dişewitîne. Wa ye kerek li dera han diçêre, ka em herin ba wê, bira ew me ji hev bigerîne.
Mar got:
- Baş e, em herin ba kerê jî.
Rabûn çûn ba kerê. Suyêr dîsa dest pê kir û got:
- Kera delal, em hatine ba te, ji bo ku tu min û vî marî ji hev safî bikî.
Kerê got:
- Xêr e, mesela we çi ye?
Suyêr got:
- Ev mara di bin gomakî da mabû, dikira bimira. Dikir gazî û hawar, alîkarî dixwest. Ez ji wir dervas dibûm. Dengê hawar hawara wî hat min. Dilê min pê şewitî û min rabû ew ji bin kevir xelas kir. Çer xelas bû û nebû, hema di cî da xwe li hustiyê min piçikand, got ezê bi te vedim. Îcar em hatine ba te, ji bo ku tu yê heq û neheq ji hev bigerînî.
Derd û kulên kerê yên dahşiktiyê di cî da hatin bîrê, kerê got:
-Çaxa ez dahşik bûm, we însên bi şev û roj wer bar li diya min dikir û hûn lê suyar dihatin, we nedihîşt ez wê bimijim û zikê xwe têr bikim. Dema ez mezin bûm jî, îcar jî we rabû ez xistim bin bêr. Tiştê we anîbû serê diya min, we anî serê min jî. We him barê herî giran li min dikir, lê ev ne bes bû, di ser da jî hûn li min suyar dihatin. Nuha ez pîr bûme, êdî bi kêrî suyarbûn û baran nayêm, lema jî hûn min xwedî nakin, we ez bera vê çola han dame, ji bo ku gur min bixwin.
Û dûra jî ji mêr ra got:
-Maro, pê vede, bextê însanan tuneye!
Suyêr dîsa got:
- Ez vê şerîetê jî qebûl nakim. Dibe ku xwediyê kerê merivekî nebaş bû, neheqî li kerê kiriye, ew jî radibe min di agirê wî de dişewitîne. Ji ber vê yekê jî dibê cara dawî em herin ji yekî din bipirsin, heger wî jî heq da te, wê çaxê tu kanî bi min vedî.
Mêr(mar) got baş e, em herin ji yekî din jî bipirsin. Pir çûn, hindik çûn, rastî rûvîyekî hatin. Suyêr rabû mesele ji rûvî ra jî dubare kir. Got:
- Birakê rûvî, ev marê han di bin gomakî mezin da mabû, dikira bimra. Hawar hawara wî bû, digot ji bo riza Xwedê werin min xelas bikin, ez mirim! Ez ji wir dibihurîm, deng hat min. Li ser soz û bextê da min, ewê bi min venede, min rabû ew ji bin kêvir derxist û ew ji mirinê xelas kir. Lê min çer ew xelas kir, xwe li hustiyê min piçikand û got ezê bi te vedim. Em hatine ba şerîeta te, ji bo ku tu me ji hev safî bikî.
Rûvî hinekî fikirî, dû ra got:
- Ji bo ku ez bikanibim biryareke adil bidim, dibê ez bûyerê ji serî da û cîyê bûyer qewimîye bibînim. Heta ez bûyerê û cî bi çavên xwe nebînim, ez nikanim tu biryarê bidim.
Herduyan jî ev peyva rûvî di cî da dîtin, rabûn berê xwe dan şûna bûyerê. Rûvî got:
- Hela ka nîşanî min bidin bûyer çawa bûbû.
Mêr çû xwe li ser kevirekî di nav qîş da dirêj kir. Dûra jî suyêr rabû ew gomê mezin danî ser fitla wî. Di cî da bû gazî û hawara mêr û wek destpêkê got:
- Suyaro ez ketime bextê te, min xelas bike, ez mirim!
- Rûvî got:
- Ho suyaro, ma ew çi ye di bin kevir da?
Suyêr got:
- Ew mar e.
Rûvî got:
- Le ew çi ye di destê te da?
Suyêr got:
- Ev jî dar e.
Rûvî got:
- Malneket, de lêxe bikuje, ma tu nizanî ew neyar e!
Dema rûvî wiha got, suyêr bi çoyê di destê xwe da bi serê mêr ket. Yek, dudu, sisê, mar temam kir û berda... 
Rûvî ji suyêr ra got:
- Birako, ji bîr neke neyar tim neyar e, tu carî ji meriv ra nabe dost û yar e!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE