11 december 2019

Zanîn ji meriv ra serêşiyê peyda dike



Ez dibêjim belkî zanîna zêde ne baş e. Carnan meriv ji xwe ra dibêje xwezî min ev tişt nizanîbûya.

Çimkî zanîn mesûlîyetekê dide ser milê meriv, serê meriv dixe teşxelê û belayê.

Hela kurdê zana mala wî şewitîye, serê wî tu carî ji derd û belayê û ji teşxeleyê xelas nabe.

Êrîş û zulma dijmin ne bes e, kurd jî merivê zana û ronakbîr rehet nahêlin...

Ev jî qedera kesên zana ye. Zanîn xweş e, baş e lê belê ji meriv ra serêşiyê peyda dike. Bi taybetî jî ji ferdê miletê bindest ra û li welatên paşdamayî.

Hûnê îtîraz bikin, bibêjin zanayên qelp, bêkêr, bêûjdan û bêxîret jî hene.

Rast e, lê ez qala wan nakim, Xwedê bela wan bidê. Ez qala zanayên dirist, bi xîret û kurdperwer dikim.

XXX
Ev demeke gelşek li min peyda bûye, ez di twîttên xwe da, di nivîsên xwe da şaşiyên rastnivîsê dikim.

Xwedêgiravî ez pir bala xwe didimê, lê dû ra dibînim min herfek şaş, kêm, zêde nivîsîye.

Berê "nexweşiyeke" wiha bi min ra tunebû, lê ev demeke li min peyda bûye.

Belkî nîşana kalîtiyê ye, ya jî destpêka "xirifandinê" ye.

Axir nîşana, elameta çi be jî ne xweş e û min gelkî aciz dike.

Problem, di blogê da, di feysê da ez kanim rast bikim, lê di twîttê da nikanim rast bikim.
Xwezî fonsiyoneke twittê jî ya rastkirinê hebûya.

XXX
Micadela min, şerê min ne bi vî tirkî û bi wî tirkî ra ye, ne bi vê partiya tirk û bi wê hukûmeta tirk ra ye, şerê min bi dewlet û hêzên dagirker ra ye, bi kurdên bûne dost, hevkar û xulamên hêzên dagirker ra ye.

XXX
-Jiyan çîrok e, tu dijî dibe roman, tu qal dikî dibe çîrok. Lê dawî her eynî çîrok e.

Ya hinekan dirêj e, ya hinekan kin e, ya hinekan şîrîn û xweş e, ya hinekan tahl û tirş e. Ya me kurdan jî bûye zelindar.

Li vê dinyayê bav û kalên me jî nerehet nekirin, me jî rehet nekir.
Di tarîxê da ji miletên herî bêşans yek jî em in, lê me biryara xwe daye, emê vê qedera reş biguherin.

Ali Kut Xamo, tu xweş dest pê dike, lê reşbîn diqedîne. Dawîya hemî çîrokên me serketin e. Belbî em hêj li ortê an, destpêka çîroka xwe ne. Belbî hêj divê em bi çiya û kaşên berz û bilind ve hilkişin û ê xwedan fena ava şirikê ji laşê me biherike. Dibe ku em hêj ê li newalên kûr rakevin û xewnên giran bibînin. Di vê çîrokê de em dikanin pêrgî Hûtê canpola bibin û şerekî dijwar li gel bikin, em dikanin hêj li ser perê teyrê sîmir li heft tebaqên esîman bigerin, ev çîrok hêj ne qedîya ye Kalê hêja. wezîfa me ku em wê bispêrin hineke ewle da bi dû min û te de jî wê bikanibin bibêjin.

Zinarê Xamo Erê wisa ye, çîroka me hinekî dirêj e, ewê hinekî din dirêj bajo..



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE