Adetek dîktatoran ya hevpar heye, xerabiyên, nelirêtiyên,
diziyên îktîdara xwe, zulm û zora rejîma xwe tim dixin hustuyê hinekên din.
Dîktator tim merivekî pur û pak e, tim paqij e, adil e, diziyê, zulmê nake, xwedî şefqet û merhamet e.
Lê yên dora wî, hevalên wî xerab in, diz in, xerabiyê û zulmê li xelkê dikin. Û dîktator jî tim xêrxwaz û abûqatê xelkê ye, tim li dijî neheqiyê û zulmê ye.
Dîktator hemû wiha dikin, ev, taktîka dîktatoran ya mişterek e, ew bi xwe baş e, yên dora wî xerab in, diz in, zalim in, zulmê û xerabiyê dikin.
Erdogan jî eynî tiştî dike, ew jî nuha Ahmet Davutoglu, Abulah Gul, Mehmet Şîmşek û hin kesên din bi firildaqan, bi hîlebaziyê, bi sextekariyê îtham dike.
Lê kê çi kiribe bi destûra wî kiriye, Davutoglu û yên din tu sextekarî bi dizî nekirine, hemû bi destûr û qebûla Erdogan bû.
Her kesî li gorî meqam û hêza xwe
para xwe girt.
Lê ji pastayê para herî mezin bêguman Erdogan girt û ji xwe
dewlemendiya malbata wî îspata vê
yekê ye.
Lê îro ji bo ku Davutoglu û yên din bûne raqibên wî, êrîşî wan dike, dizî û sextekariyên wan eşkere dike.
Feqet her kes zane loqê herî mezin para şêr e, wî xwariye. Di rojên pêş da ewê hîn gelek dizî û sextekariyên din jî li hev mukur werin. Ev destpêk e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar