26 december 2019

Em hemû pir hindik di bin tesîra tirkî da ne



Em bixwazin, nexwazin tesîra tirkî li ser me hemûyan heye, li ser hinekan pir e, li ser hinekan hindik e. 

Di nivîsê da hebûna peyvên biyanî zêde ne muhîm e. Meriv peyvên biyanî kêm bi kar bîne baş e. 

Lê ya muhîm sentaks e, tiştê em dinivîsin dibê li gorî sentaksa/hevoksaziya kurmancî be. 


Di tekstekê da hebûna peyvên biyanî ne şerm û kêmasî ye, li dinyayê zimanekî xwerû tuneye, di her zimanî da peyvên biyanî hene.

Lê helbet heta ji meriv tê dibê meriv gotinên kurdî bi kar bîne. 

Yekî gotibû, ”kîjan pirtûk zehf li xweşa te çû?”

Bi kurmancî meriv wiha nabêje, ev cumle şaş e, ne li gorî hevoksaziya kurmancî ye.

Meriv bi kurmancî dibêje te ji kîjan kitêbê hez kir? 

Kêfa te ji kîjan kitêbê ra hat?

Kîjan kitêb bi dilê te bû?

Gelek kes, heta nivîskarên bi nav û deng jî şaşiyên wek viya dikin. Ev jî ji ber tesîra tirkî ye. 

Gava meriv şaşiyên wiha dibîne dibê meriv xwediyê nivîsê şermezar neke, şaşiyê bi zimanekî maqûl bibêje.

Ya jî şexsî jê ra binivîse.

Quretî, pozbilindî ne xweş e, însanan qudûmşikestî dike, ji nivîsîna kurdî sar dike. 

Di nava me da tu kesê şaşiyên zimên nekin tuneye, pir, hindik her kes carnan şaşiyê dike.

Çimkî em di dibistanên kurdî da perwerde nebûne, her kes bi îmkanên xwe yên şexsî nivîsîna kurdî fêr bûye.

Lema jî normal e di termînolijiyê da, di rastnivîsê da kêmasî û şaiyên me hebin.

Ya herî muhîm dibê meriv li sentaksê, hevoksaziyê miqetebe, şaşiyên din bi qasî wê ne muhîm in.

Hz. Sokrates: Ez bawer im pirsa pirtûkê rast e, ji ber ku pirtûk bi zimanê kurdî ye, kitêb erebî ye.


Zinarê Xamo: Mesele ne nav e, ez qala sentaksê dikim. Pirtûk be jî ew cumle ne bi kurmancî ye. Ya din di kurdî da tuneye tu bingeheke "pirtûkê" tuneye.
Lê kî bi kar tîne serbest e, ez bi xwe bi kar naynim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE