Hin rê dirêj in, hin rê kin kin.
Rêwîtiya riya kin, zêde najo, zû diqede. Meriv hew dibîne rê
qediya, meriv gihîştiye hênîya xwe.
Rêwîtiya riya(rêya) dirêj, pir dikşîne, meriv dihere û
dihere rê naqede, meriv nagihîje hênîya xwe.
Lê belê riya neqede tuneye, rê çiqasî dirêj û asê be jî
dawiyek wê heye, demek tê meriv digihîje hêniya xwe, hedefa xwe.
Em pir meşiyan, em pir ketin û rabûn.
Em ji gelek çiya û baniyan, ji gelek gelî û newalan, ji best
û çeman derbas bûn.
Em şil bûn.
Em qefilîn.
Em birîn
bûn.
Em nexweş
ketin.
Lê em nemirin.
Me dev ji
rêwîtiya xwe berneda.
Me rêwîtiya
xwe dom kir.
Çimkî rêwî bi biryar bûn, gotibûn rê çiqasî asê û dirêj be
jî emê xwe gigihînin dawiya wê.
Lê em nêzî dawiya rê bûne, reşikayiya, sîlueta hêniya me,
hedefa me êdî ji me ve xuya dike.
Dibê em hinekî din bimeşin, hinekî din xwe biwestînin.
Me riya pir û asê li dû xwe hîşt…
Hevalên baş û xerab me di vê riyê da nas kirin.
Bi rê da
hink westiyan.
Hinek ji me
veqetiyan û çûn malên xwe.
Hinek çûn
bûn hevalên neyarên xwe.
Lê piranî
bi bawerî, bi ezm û bi canfîdayiyeke mezin riya xwe didomîne.
Ev karwan
ewê bigihîje hedef û hênîya xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar