Xanim dibêje hutil, batil îro ezê pelan çêkim. Ji bo ku bar
giş nekeve hustuyê wê, min got heyra hûrkirina pîvazan û tiştên din li ser min û pêçan jî li te.
Dengê xwe nekir, lê min fêm kir bi dilê wê ye, dixwaze karê zor ji hustuyê xwe derxe.
Dengê xwe nekir, lê min fêm kir bi dilê wê ye, dixwaze karê zor ji hustuyê xwe derxe.
Ez dikim rabim dest bi karê xwe bikim û dû ra jî derkevim gerra xwe.
Em pel û bacanan bêgoşt çêdikin. Ji zû da ye em hin xwarinên bêgoşt çê dikin. Lawikê me yê biçûk vegeteryan e.
Li Wêranşarê jî buharan me hin xwarinên bêgoşt çê dikir.
Yanî kultura xwarinên
vegetarîsk li ba me kurdan kevn e. Me nedigot ”vegetarîsk”, lê me hin xwarinên
bi zeytê yên bêgoşt çê dikir.
Berê dema min pîvaz hûr dikir, ji çavê min hêsir dihat, nuha ji wî derdî xelas bûme. Pîvazan dixim ava sar û dû ra hûr dikim, wê demê hêsiran nabarînim.
Hûn jî wer bikin…
Dibê meriv tenê ne yê xwarinê be, bike û bixwe. Bibe karkirê mala xwe û şîrînê xanima xwe.
XXX
Ji bo merivekî şexsîyet çiqasî muhîm be, ji bo miletekî
ziman hewqasî muhîm e.
Miletê zimanê xwe wenda bike yanî bihele û bi zimanê
miletekî didn bipeyive, dibe wek merivê bêşexsîyet, tu qîmeteke wî namîne.
Çimkî wesf û qerekterê xwe yê herî muhîm, herî netewî wenda kiriye.
XXX
Gotineke xweş heye, dibêjin ”şertên îslamê pênc in, heger ya
şeşan hebûya ewê zanîna heddê xwe bûya.
Teşbîheke di ciyê xwe da ye. Hin kes bi rastî jî di rexneyên xwe da hedê xwe derbas dikin û gotinên ne xweş ji yê hember ra dikin.
Rexne mafekî demokratîk e, bi feyde ye û dibê meriv xwe jê aciz nek. Lê gerek edeb û hedê xwe jî bizanibe.
XXX
Carnan wer tê serê min, dibêjim dev ji van twitt miwîttan
berdim û çend sal umrê xwe yê mayî bê teq û req bijîm.
Dû ra aqilekî din tê min, dibêjim kuro piştî tu bindest û bêwelat bî, ma rehetî heye?
Wek lawê miletekî bêwelat, bindest tu yê bi kîjan ûjdanî rehet û dilşa bijî?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar