Di çareserkirina gelşan da tirk qurişekî xwe jî di gotinê,
di însaniyetê, di dîplomasiyê nadin, zimanê ew jê fêm dikin, dêplomasiya wan tenê zor û ço ye.
Tirk
ji yekî netirsin çavê wî derdixin.
Destê nikanibin ba bidin maç dikin, didin ser serê xwe.
Ev kultura wan ya netewî ye.
Lema jî dibêjin
”ço ji cinetê derketiye.”
Ewrûpiyan hîn ev kultura tirkan fêm nekirine, ji bo wê jî dixwazin gelşên xwe yên bi tirkan ra bi dîplomasiyê çareser bikin. Lê şaşiyeke mezin e, tirkan aşûnî dikin.
Ezê bi anekdotekê mentalîteya tirkan bi we bidim naskirin. Satilmiş Dîlbazê tirk her roj diçû li qahwexaneya yekî kurd rûdinişt û çayek vedixwar.
Lê nedixwest heqê çayê bide. Heta ji xwediyê çayxaneyê sîleyek bi tîn nexwara heqê çayê xwe nedida. Piştî şîrmaqek dixwar derdixist heqê çaya xwe dida û diçû.
Carek, du car, sê car, rojekê xwediyê qahwê jê ra got:
-Law Satilmiş, madem tu yê perê xwe bidî, wê demê çima tu
her roj sîleyekê dixwî? Bê teşxele, bê lêdan, bi rehetî heqê çaya xwe bide
çêtir e. Wê demê tu yê ji sîleyê xelas bibî.
Satilmiş awirê xwe tûj kiriye û gotiye:
-Gava ez bi rehetî bidim, wê demê mêranîya min li ku
dimîne?
Tirkan heta nuha tu carî bi rehetî heqê tu miletekî nedane,
ji Balkanan bi zor hatin derxistin. Ereban û ewrûpiyan ew mecbûrî revê kirin.
Heger nehatana mecbûrkirin ji Balkanan û ji welatên ereban dernediketin.
Yê me û tirkan jî eynî tişt e, dişibe mesela Satilmiş, tirk ewê tu carî bi rehetî ji Kurdistanê dernekevin, ewê mafekî herî biçûk jî bi rehetî nedin me.
Şerê me û tirkan jî çi heyf dişibe vê mesela Satilmiş, tirk tu carî bi rehetî heqê me nadin, dibê zorê bibînin, mecbûr bibin. Heta zorê nebînin nayên rê...
Lê ew zor jî nuha li ba tuneye, ji bo ku em bibin xwediyê wê zorê yekîtiya netewî û alîkariya derve lazim e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar