09 december 2019

Nezan tim zimandirêj e


Heger her kesê nezan hay ji nezaniya xwe hebûya û xwe tevî tiştê nizane nekira, li ser tiştê nizane zimandirêjî nekira, him wan û him jî kesên dikevin bela wan ewê rehet bikirana.

Di medyaya sosyal da cehaletên meriv her roj dibîne, ne mimkûn e meriv ji nedî ve were, meriv pê kezebreşî dibe.

Yên herî nezan, li ser tiştê qet nizanin dorê nadin kesên zana, gelek tiştên meriv matmayî dihêlin dibêjin.


Yekî gotiye "navê pîrekê(jinê) ji pîrebokê tê."

Yekî din gotiye ”ji bo biçûkxistinê ji jinê ra dibêjin pîrisk.”

Meriv her roj rastî gelek sosiratên wiha tê.

Merivê nezan tim zimandirêj e, li ser her tiştî xwedî fikir û bawerî ye.

-Tu xeletiya kesê bi xeta nîşan bidî, ewê sipasî te bike. Tu xeletiya kesê cahil nîşan bidî, ewê ji te ra xeberan bide û heqeretê li te bike.

-Tu carî texmîn neke tu bi her tiştî zanî. Bi rastî tu merivekî pir zana be jî dibê cesareta te ya tu ji xwe ra bibêjî ez cahil im her tim hebe.
Îvan Pavlov

XXX
Haya me ji rewşa dijminê me hebe, em bizanibin çi dike, çi nake, bi kîjan gelşan ra rû bi rû ye baş e.

Lê belê ya esasî dibê em bala xwe bidin ser meselên xwe, serê xwe bi gelşên xwe ra biêşînin, ji bo çareseriyên gelşên xwe bixebitin û yekîtiya xwe, hevkariya xwe xurt bikin.

Tiştê îro ji me ra lazim e ev xebat e. Bi taqîb û minaqaşeyên rewşa Tirkiyê em tiştekî bi dest naxin, dibê em kêmasiyên xwe bibînin, wan ji ortê rakin û tifaqa xwe ya netewî xurt bikin.

Erdogan û Davutoglu ji hev ra çi gotine pir nemuhîm e, ewê bi hev kevin, ev nîna ye, tirnîna hîn maye…

XXX
-Ilm û zanîn wêrekiyê(cesaret) dide, cehalet qurretiyê.
Terry Neil
Ji bo wê ye merivê alim, zana nefsbiçûk e, mutewazî ye, bi zanîna xwe pozbilindiyê nake. Lê yê nezan qure ye, ji bo ku nezane xwe li her tiştî diqelibîne û li ser her mijarê xwedî fikir e.
Lema jî gotine ”cahil cesûr e.”

XXX
Ji bo ku tuxtor bi nexweşên kurd ra bi kurdî napeyivin, ji bo ku kurd nikanin derdên xwe bi zimanê xwe bibêjin naçin ser tuxtor, yên diçin jî nikanin derdê xwe baş bibêjin û lema jî nexweşî li wan giran dibe û kurd ji tirkan pirtir dimrin. Çimkî di wextê da derman nabin.
Heta em bindest bin halê me ewê tim ev halê rezîl be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE