Nizanim çima, lê xew li min geriya.
Dikim nakim xewa min nayê.
Di serê min da bû vizîna fikran, gelek fikir û serborî li bin guhên hev ketin.
Ji zaroktiyê bigre, heta îro, mazî, salên borî xwe di ber hev ra kirin, yek bi yek hatin hişê min.
Di vê qelebalixa fikran da ji nişka ve hat bîra min salê tê, yanî me pir, du hefteyên din ez dibim 70 salî...
70 sal ne hindik e, nêzî dawiya rê ye, here were, herî zêde 10-15 sal mane.
Dibê tiştekî diyarî 70 saliya xwe bikim.
Dibê li dû xwe tiştekî jê ra bihêlim.
Lê nizanim çi?
Gelek fikir tên û diherin.
Gava meriv xort e ecela meriv tuneye, meriv nalezîne, çimkî hîn bihar e, hîn ji zivistanê ra pir neye.
Lê 70ê, meriv di zivistana jiyanê da ye, çi ji destê meriv tê dibê meriv bike û taloqî sibe neke.
Çimkî dawiya vê zivistanê îcar ne baihar e.
Meriv kal dibe lê belê dil kal nabe, tim dixwaze xort
bimîne.
Konfuçîus gotiye:
Konfuçîus gotiye:
-Di 15 saliya xwe da min xwe nas kir. Di 30 saliya xwe da min
kanîbû bibim xwediyê îradeya xwe. Di 40 saliya xwe da bi hiskirinê min hin tişt
fêm kirin. Di 70 saliya xwe da bêyî ku zirarê bçîus gotiyeidim tiştên ez wan rast dibînim,
min kanîbû daxwazên dilê xwe bînim cî.
Lê min bi xwe hîn ji sedî dehê daxwazên dilê xwe bi cî neanîne...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar