12 december 2019

Ji zû da ye dawiya rê hatiye

Jim Risch


Senatoya Amerîka pêşniyara cezakirina Tirkiyê do qebûl kir. Gaveke baş e, lê ewê têkeve piraktîkê ya na hîn ne diyar e, dibê têkeve dengdanê û Trump îmze bike.

Li Senatoya Amerîkayê serokê Encûmena Peywendiyên Derve Jim Risch gotiye ”êdî em gihîştin dawiya rê.”

Ne nuha, ji zû da ye hûn gihîştine ”dawiya rê”, lê hûn naxwazin vê rastiyê qebûl bikin.


Tirkiye guh nade Amerîkayê û dev ji kirîna fuzeyên S-400ê rûsî bernade û ji Sûriyê û rojavayê Kurdistanê jî bi rehetî dernakeve, dibê were mecbûrkirin.

Dibê gav were avêtin, dibê tirk bibînin ne henek e, ne gefeke vala ye.

XXX
-Tu bi gul bî bilbilê/tûtîyê ji bo te nemire bira fedî bike.
Tu ji bo welatê xwe, ji bo azadiya gelê xwe, ji bo ku tu jî bibî xwedî welatekî serbixwe bixebite, kî teqdîr dike, kî nake ne muhîm e.

Her kes berpirsiyarê kar û emelê xwe ye.
Tu karê xwe bike, kî dixebite, kî naxebite, kî bûye hevalê neyar ne sûcê te ye.

XXX
Kesî qîmet nedida gulê, ne ji aşiq û maşûqan bûya.
Dildarê gulê sitrî ye, gul dimre lê sitrî dîsa jî terka wê nake. Dildarî, dilpakî dibê wiha be; dibê meriv bi evîna xwe ra, bi doza xwe ra sadiq û wefadar be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE