Îraq û Sûriye du dewletên naylon bûn, ewrûpiyan bi darê zorê ew bi hev ve û kurd jî bi wan ve zeliqandibûn.
Lê çîmentoya van herdu dewletên naylon êdî ji hev ketiye, asasê wan ji bin da herifîye û careke din jî tu kes nikane wan û kurdan wek berê bi hev ve bizeliqîne.
Ew
xwe bi xwe jî êdî nikanin wek berê bi hev ra bijîn, ew dem çû, bû tarîx.
Sûriyek û Îraqeke wek berê ne mimkûn e, hewildaneke ne realîst e.
Mirî ji gorran ranabin, Îraq û Sûriya berê mirin, fatîheyekê li ser cenazayên wan bixwînin, rahma wexdê li wan be.
Şerê erebên şîî û sunîyan ev 1340 sal e berdewam e. Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê çi bikin jî nikanin dawî li vî şerê ereban bînin.
Ereb nabin yek, şîî û sûnî tu carî dev ji neyartiya hev bernadin. Heger ne wiha bûya ewê ne 23 dewlet, dewleteke wan tenê hebûya.
Gava Amerîka û ewrûpî ji kurdan ra dibêjin ji Îraqê û ji Sûriyê veneqetin, ji erd heta bi ezman li kurdan neheq in, zulmê li kurdan dikin.
Kurd nikanin bibin çîmento û zemqa şîî û sûniyan.
Xwedê, dînê wan îslamê, pêxmberê wan Mihemed û Quranê erebên şîî û sûnî li hev neanî, nikanîbû li hev bianiya, ma Amerîka û kurd ewê bikanibin wan li hev bîne?
Israra di yekîtiya Îraqê û Sûriyê da şaş e, xeyaleke bêbingeh e. Ya rast dibê Amerîka, dinya li Îraqê û Sûriyê piştgiriya serxwebûna kurdan bikin.
Ev 1340 sal e şerê ereban, şîî û sûniyan dom dike û belkî hewqas salên din jî dom bike, dibê kurd xwe ji tora ereban xelas bikin. Dibê dinya ereban nas bike û piştgiriyê bide azadî û serxwebûna miletê kurd.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar