Di serî da min got ez ne yê van dera me û hîn jî li ser wê fikra xwe me. Û tu carî jî ez naxwazim bibim yê van deran...
Li ser hest û jiyana dîasporayê Elî Şerîatî kul û hesreta
dilê xwe wiha daye der:
”Min her ku av vedixwar tîbûna min zêde dibû. Her ku min dixwar birçîbûna min, her ku dipeyivîm bêdengiya min, her ku nêzîk dibûm dûrbûna min, her ku bi ser diketim têkçûna min, her ku pir dibûm tenêtiya min, her ku tije dibûm valahiya min, her ku kêfxweş dibûm xemgîniya min, her ku zîngîn dibûm motajiya min, her ku me hev nas dikir xerîbiya min zêde dibû. Heta roja ku min fêm kir ez ne aîdî van dera me…”
”Evîn, gera li tahmê ye. Lê belê hezkirin; gera li sitarê
ye. Evîn; xwarinxwarina birçiyekî belengaz e. Lê belê hezkirin; li welatekî
biyanî dîtina dildarekê ye…”
Wek Elî Şerîatî, ez jî ne aîdî van dera me, koka min, rehê
min, hezkiriyên min, gorrên miriyên min, bajarê min, kuçe û kolanên zaroktiya
min, xem û xeyalên, hêviyên ne li vir in.
Ez ne yê vî welatê vîkînga me, ez
lawê dê û bavekî kurd im, ji Kurdistanê me û dixwazim bi saxî jî û mirî jî yê
Wêranşarê, yê Kurdis banê bim.
Derdê Elî Şerîatî ne tenêtî, dûrbûna ji Xwedê bû. Derdê min jî ne tenêtî ye, ne jî dûrîya ji Xwedê ye, derdê min dûriya ji te ye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar