Ev çendak bû min hêdî hêdî romana Kamran Simo Hedilî ”Pêjna Baranê” dixwend, min do bi şev qedand.
Pêjna Baranê qala çîroka gerîlayekî bi navê Serdar (Zîro) û evîna wî ya zaroktiyê Biharê dike.
Serdar û Bihar ji zaroktiyê da dildarên hev in, lê ji ber ku herdu jî tevî şoreşê dibin nagihîjin miradê xwe, evîna wan qurçimî dimîne. Serdar berî Biharê tevî gerîla dibe û Bihar jî dû ra dide dû wî.
Lê Bihar nagihîje nava gerîla, dikeve kemînê û ew û hevalên xwe ji alî leşkerên
tirk ve tên kuştin.
Şehîdketina Biharê û evîna qurçimî tesîreke mezin li Serdar dike, tim rojên borî û sozên dabûn hev tîne ber çavên xwe û nameya ji Biharê ra nivîsîbû wer bi xwe ra digerîne, gava hesret zorê dide dilê wî, derdixe dixwîne.
Serdar piştî 35 salên di nava şoreşê da û li serê Çiyan, bi nexweşiya penceşêrê(kansêrê)dikeve û wî bi navekî din dibin bajêr nexweşxanê.
Li bajêr destpêkê li mala hevalê xwe yê zaroktiyê Jîr û dû ra jî li nexweşxanê jiyana wî ya 35 salan ya di nava şoreşê da û tiştên dîne û tiştên hatine serî wî yeko yeko xeyl dike û rojek tê li nexweşxanê xatirê xwe ji hevalên xwe Jîr û Rustemê birayê Biharê dixwaze, dibêje ”heta vir bû meşa min”.
Zimanê romanê xweş e, hin kêmasî û şaşiyên zimên hene, lê bi giştî zimanê wê baş e.
Taswîrên şexsan û yên rojên borî carnan pir dirêj û ne hewce ne. Ev taswîrên şexsan yên bêsebeb û ne hewce tunebûna ewê baştir bûya, ev yek kane ji bo xwendevan giran were.
Taswîr û tarîfa şexsan dibê ji bo tiştekî be, sebebek wê hebe. Taswîrên bêsebeb bîna xwendevan teng dike.
Di romanê da meriv him gelek zor û zahmetiyên gerîla dibîne û him jî li gelek çiya û herêmên Kursitanê digere, coxrafya Kurdistanê nas dike.
Pêjna Baranê 170 rûpel e. Ji alî weşanxana J&J ve di sala 2018a da hatiye weşandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar