Zanayê siyasetê Dr. Lawrence Britt, serê xwe gelkî bi
rejîmên faşîst yên sedsala 20a ra êşandiye, bi dîqet bala xwe daye taybetiyên,
xusûsîyetên guhertî yên rejîmên faşîst û 14 karekterîstîkên wan yên hevpar
destnîşan kirine.
Li gorî Dr. Lawrence Britt ev 14 taybetmendiyên (karekterîstîkên)rejîmên faşîzmê wiha ne.
1-Nasyonalîzma xurt û daimî
Rejîmîn faşîst paroleyên, sloganên, sembolên, marşên, stranên û tiştên wek wan pir bi kar tînin. Li her derê alê bilind dikin, li ser kincan, li mekan û meydanên vekirî alê wek sembol tim nîşan didin.

2-Rencîdekirin û biçûkdîtina mafê mirovan
Ji ber tirsa ji dijmin û hewcedariya ewlekariyê, însanên di bin desthilata rejîmên
faşîst da di hin rewşan da binpêkirina mafê mirovan xweş dibînin, rejîm viya bi
însanan dide qebûlkirin. Însan li hemberî îşkencê, înfazên bêmahkime, cînayetên
siyasî û girtîmayina demên dirêj normal dibînin, heta viya tesdîq dikin.
3. Tespîtkirina dijmin/gunehkarî û serê sebeban
Ji bo ku dijminê ewlekarî û yekîtiya welêt tehdît dike ji
ortê were rakirin, însan tevî komên, girseyên hîsterîk dibin û li kuçeyan belav
dibin. Di nava tarîfa(salixa) vî dijminî da irq, etnîk, ya jî eqalîyetên dînî,
hêzên lîberal, komunîst, sosyalîst, terorîst û hwd hene.
4.Mezinkirina artêşê û mîlîtarîzmê
Di dema zêdebûna gelşên mehelî de jî ji butçeya hukûmetê
parek mezin tê dayin û gelşên mehelî tên paşguhkirin. Leşker û xizmetên artêşê
tên bilindkirin.
5. Zêdebûna ferqîyeta cinsî ra.
Hema hema tevahiya hukûmetên dewletên faşîst meyildarê serdestiya mêran e. Di rejîmên faşîst da rolên cinsîyetê bi rêk û pêtir dibe. Li dijî kurtajê ne û homofobîtî gelkî pêş da ye.
Hema hema tevahiya hukûmetên dewletên faşîst meyildarê serdestiya mêran e. Di rejîmên faşîst da rolên cinsîyetê bi rêk û pêtir dibe. Li dijî kurtajê ne û homofobîtî gelkî pêş da ye.
6. Kontrolkirina medya
Medya hin caran ji alî hukûmetê ve dîrekt tê kontrolkirin û di rewşên din da jî bi rengekî îndîrekt bi genelge, mewzûat, bi nûnerên medyayê tê konrolkirin. Sansor, bi taybetî jî di dema herbê da pir zêde ye.

7. Tirsa ewlekariya netewî
Hukûmet bi ”tirsê” û tirsandinê kîtleyan derbasî hereketê
dike.
8. Dîn û îdare derbasî nava hev dibe
Hukûmetên dewletên faşîst ji bo xapandina bîr û raya giştî dîn bi berfirehî bi kar tînin. Retorîk û termînolojiya dînî ji alî serokên hukûmetan ve pir tê bikaranîn.
Hukûmetên dewletên faşîst ji bo xapandina bîr û raya giştî dîn bi berfirehî bi kar tînin. Retorîk û termînolojiya dînî ji alî serokên hukûmetan ve pir tê bikaranîn.
9. Parastina hêza sermaye
Sanayî û arîstokrasiya tîcaretê li welatên faşîst da hukûmetan
tînin ser hukim. Peywendiyên nabêna hukûmetê û dinya tîcaretê xurt dikin.
10 Hêzên karkir dikevin bin zextê
Hukûmeta faşîst hêza karkir ya bi organîze li hemberî xwe
wek tehdîdekê dibîne û ji bo wê jî sendîkayên karkiran ya bi tevayî tasfîye
dikin ya jî dixin bin kontrolê.
11. Biçûkdîtina ronakbîran û sinet
Di dewletên faşîst da hukûmet li hemberî xwendina bilind û
akademîsyenan dijminatiyê tahrîk û teşwîq dike. Profesoran û akademîsyen tên
sansorkirin, gelekên caran tên girtin. Di sinet da azadiya fikrî di bin êrîşê
da ye. Hukûmet bi piranî butçe û alîkariyên ji bo sinet red dikin.
12. Bi sûc û ceza însanan dixin bin zextê
Di rejîmên faşîs da selahîyeteke bê sînor didin polîsan.
Însanan fêrî sûîstîmalê, neheqîyê û bêqanûniyên polîsan dikin. Li ser navê
welatperweriyê însanan mecbûr dikin dev ji hemû maf û azadiyan berdin, normal
bibînin. Di rejîmên faşîs da polîs xwediyê hêzeke bêsînor e.
13. Rejîmên faşîst ji bo ku kadirên îdareyê zirarê nebînin
tim wan diparêzin, malê dewletê, malê xezînê pêşkêşî wan dikin. Ji bona wan bi
sîstemê ve baş girê bidin.
14. Hilbijartinên bi hîle
Di dewletên faşîst da hilbijartin hinê caran ji bo xapandinê
ye. Hin caran jî hilbijartin ji bo propagande û reşkirina raqîban e. Kuştina
namzedên muxalifan jî di hilbijartinan da tê kirin. Hilbijartin di bin manîpilasyonên
medyayê da tê kirin. Di dewletên faşîst da sîstema edaletê, mahkime jî di bin
kontrola rejîmê da tê bi kar anîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar