31 maj 2023

Heger beranê bisko bûya ewê di nav kerîyê bavo da bûya

Hespa terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin. Çimkî bi tenê ye, bêxwedî ye. Kesê oştî kûçikan bike, kûçikan jê biqetîne tuneye.

Ji Kemalê dêrsimî ra xerab hat, ker, kûçik û gur bi dorê ketine, dikin wî dabarînin. Giş di hilbijartinê da sebebê têkçûnê dikin sûcê wî. Gazinan ji wî dikin, wî rexne dikin.

Ji yê diz, zorba, hîlebaz, sextekar ra tiştekî nabêjin, giş kevir û kuçikan li Kemalê dêrsimî dibarînin. Fena ku Erdogan hilbijartin bi heqê xwe, bi şiklekî adil û demokratîk qezenc kiribe.

Ev ne rast e, Erdogan qezenc nekiriye, bi zor û bi hîla qezenc kiriye, yanî gotiye ez nadim. Hilbijartin, piraniya rayan maske û tiyatro bû, bi wê meşrûîyetek da hîlekarî û zorbatiya xwe.

Lê Kemalê dêrsimî jî ev yek heq kiriye. Eslê xwe înkar kir, xwe kir tirk û hevalê wan. Nuha jî tirk wî ji dixwazin ji nav xwe biqewitînin. Baş dikin.

Heger Kiliçdaroglu beranê bisko bûya ewê di nav keriyê bavo da bûye, nediçû nav keriyê tirkan.

 

Hasan Çakmak:Silav mamoste.

Ez dibêm "hesp"peyvek nêr e.Divê hespê terqiya be ne hespa terqiya.

 Zinarê Xamo: Li ba me hesp him nêr e, him mê ye.

Hespa min kihêl e. Hespê min bergendî malê dinyayê ye.

Em mihînê jî bi kar tînin.

Ker jî eynî tişt e. Kera me, kerê me. Lê manker jî heye. Deva me, devê me. Lê lok û arwane jî heye.

Şakir Uluğ: mamoste, li cem me jî payva haspa di hevokê de tê gotin lê di mijara pirr hejmarîya hesp"a de tê karanin'

Herin hespa binin bara barkin

Peyva hespa di wateya ku ji yek hesp'î pirrtir hesp'in de tê karanin,,

Hasan Çakmak: Mamoste hesp nêr e.Mehîn mê ye.

Çawa em dibêjin apê min.Meta min.Divê em bêjin hespê min.Mehîna min.Kerê min .Mankera min.Gurê har.Dêlegura har.Gayê cot.Çêleka zer!Beranê biqiloç.Miha stewr.

Zinarê Xamo: Birayê delal, min negotiye hesp mê ye, min gotiye em cinsîyeta hespê, ”nêr” û ”mê”tîya wê bi tewangê diyar dikin. Hin navdêr cinsîyeta wan bi tewangê jî diyar dibin.

Em mihînê jî bi kar tînin û hespê jî.

Li herêma me, di zargotina Qerejdaxê da cinsîyeta hespê bi tewangê xuya dibe. Hespê min, hespa min. Kerê me, kera me.

Li gelek herêmên din jî wiha ye. Ne hesp tenê, gelek navdêrên din jî wisa ne. Deve, ker, hirç, golik, berx, zarok, mîvan.

Mîvanê me, mîvana me. Ev ne şaş e, zengîniyeke zimên e.

Miheqeq gelek navdêrên din jî hene li hin herêman cinsîyeta wan bi tewangê diyar dibin.

Şakir Uluğ Tu her hebî kekê Şakir.Em ê ji îro pê ve rastiya gramera zimanê xwe binivîsin heta wê roja pîroz!

Li gel silavan..

Mehmet Resit: Hinek peyv hene nîtar in

Mînak: hirç,hirça mê hirça nêr.Hesp jî wisa ye dibe ku navekî wan î taybek jî hebe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE