01 juni 2023

Meriv hinekî hêdî bajo baştir e

Minaqaşeyên(gengeşiyê), xirecirên berî hilbijartinan qediyan, nuha jî anîlêzên teorîk, analîtîk dest pê kirine, siyasetmedar, teorîsyenên siyasî, civakî fikrên xwe dibêjin, anallîzên siyasî dikin.
Li ser qezenckirina Erdogan, li ser şaşiyên HDPê/YSpê û kurdên din gelek tişt tên gotin, gelek teorî, tahlîl li bin guhên hev dikevin.

Piştî du hilbijartinên muhîm helbet kurd jî ewê netîceyên hilbijartinan analîz bikin, kêmasî û şaşiyên xwe tespît bikin, li ser sebebên kêmasî û şaşiyên bûne fikrên xwe bibêjin. Ev tiştekî normal e.
Lê dibê meriv hinekî hêdî bajo, dilê hev nehêle. Di trafîqê da jî, di siyasetê da jî sureta zêde kane bibe sebebê qezayekê.

Bepeyivin, minaqaşe bikin, netîceyên derketine ortê, sebebên wan analîz bikin, lê bi bîna fire, bi rengekî objektîf û bi sakînî.

Dawiya dawiya dawî kevirê lol bibe, ewê here li ciyê rast bisekine. Rastî, heqî zû dereng ewê were fêmkirin. Rastî çiqasî were veşartin, were înkakirin jî dawiya dawî ewê derkeve ortê.

Hûn çi bikin, çi bibêjin jî tiştî çû bi paş da nayê, lê meriv bizanibe çima çû, sebeb çi bû, ji tiştê çûyî dersekê bigire baş e.

Yanî em nikanin tiştê bû çû bi paş da vegerînin, lê em sebebê kar û zirara xwe bizanibin baş e.

Ya muhîm, di vê lêgerîn û minaqeşê da dibê meriv dilê hev nehêle, bi termînolojiyeke siyasî, maqûl fikrê xwe, pêşniyarên xwe yên ji bo rojên pêş bibêje.

Heqaret, gotinên tahl û ne xweş tu fêdê nade me, me bêtir ji hev dûr dixîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE