01 juni 2023

HDPê neheqî li Demirtaş kiriye

Selahedîn Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Îrfan Aktan ra kiriye, gotiye wî xwest bibe namzedê(berbijêrê) serokkomariyê, lê HDPê ev daxwaza wî qebûl nekir.

HDPê şaş kiriye, dibê Demirtaş di cara(tûra) pêşî da bikira namzedê xwe.

Belkî jî ji sebebên Demirtaş gotiye ew dev siyaseta aktîv berdide yek jî ev e.

Heger Demirtaş bibûya namzet bi texmîna min herî kêm ewê ji %15-17 ray bigirta. Gelek kurdên hilbijartin boykot kirin, wanê jî ray bidana Demirtaş. 

Cara berê min ray dayê. Heger vê carê jî bibûya namzet minê piştgiriya wî bikira û raya xwe bidayê.

Demirtaş alternatîfa din jî namzediya jinekê pêşniyar kiriye, HDPê ew pêşniyara wî jî qebûl nekiriye.

Bi baweriya min ew altenatîf jî ji piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu ya bê şert û mec baştir bû, ewê pozîsyona HDPê xurttir bikira.

Kesên ev herdu pêşniyarên Selahedîn Demirtaş qebûl nekirine hîn jî li ser kursiyên xwe ne. Bi ya min dibê îstîfa bikin, hevalên HDPê, kadirên wan dibê bi israr îstîfa serokên HDPê/YSPê bixwazin.

Selahedîn Demirtaş jî gotiye dibê kongre çê bibe serok û rêvebirên HDPê werin guhertin. Bi ya min jî daxwazeke di cî da ye, serokatiya HDPê dibê bi tevayî were guhertin, xete bêtir murd û Kurdistanî bide ber xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE