02 juni 2023

Aqil kêm be meriv li kuçeyan xelkê gulebaran dike

Li Tirkiyê di pîrozbahiyên ji bo qezenkirina Erdogan da 3 kes bi guleyan(fîşekan)hatine kuştin, 4 kes jî birîndar in.
Sê mirî pir hindik e, ez ditirsiyam gelekî zêdetir werin kuştin.

Lê pîrozbahî hîn neqediya ye, pîrozbahîya resmî sibe ye. Sibe Erdogan ewê sond bixwe û serketina xwe ya bi bi hîlebazî şoveke mezin pîroz bike.

Mimkûn e sibe çend kesên din jî werin kuştin.

Mêrik di 20 salên hukimdariya xwe da bi gelek tiştên din ra, aqil jî ji serê milet biriye, însan gêjomêjo bûne, perîşanî, êsîriya wan jî ne xema wan e, dîsa jî wek merivên dîn li kuçe û kolanan birre birre wan e, xwe hol dikin, xwe li ber baranê şil dikin.

XXX

Erdoganê bi hîlebazî û bi zor careke din hilbijartin ”qezenc kir” û bû serokê Tirkiyê, serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson jî dawetî merasima sondxwarina xwe ya serokatiyê kiriye.

Ji ber ku Erdogan ev qedir daye wî, Ulf Krîstersson ji dike kêfa bifire, gotiye, ”me dawetname girtiye û pilaneka me ya baş heye.”

Di tarîxa Swêd da cara pêşîye merivekî hewqas xerab, bêşexsîyet bûye serokwezîr.

Wer xuya dike Erdogan ewê bi şoveke mezin û bi helahop mesela endametiya Swêd ya NATOyê vê carê biqedîne, bibêje temam, emê daxwaznameya we îmze bikin, lê dibê hûn li dijî kurdan micadela xwe xurttir û baştir bikin.

XXX
Bi Xwedê li gorî vê beyana Erdogan a mal û milk ew ji min jî ferqîrtir e.Milyonek 884 hezar 878 lîre perê wî heye,deynê wî jî 5 milyon 390 hezar lîre ye. Yanî feqîro di bin deyna da ye,deynê wî ji yê min zêdetir e. YSKê mal û milkên Erdogan eşkere kir

Wey agir bi mala virekan keve. Ez bawer nakim komîdîyeke ji viya mezintir hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE