02 juni 2023

Di medyaya sosyal da em kêm dibin zêde nabin

Nizanim bi min wiha tê ya jî bi rastî wiha ye; Twîtter êdî dişibe oda gundekî, her şev, her roj eynî cimat e, eynî şêwir û mişêwr in.

Çavên min bi kesên nuh, mijarên nuh, xortan nakevin. Wek endamên partiyên me, em giş porsipî û rîsipî ne.

Em kêm dibin, zêde nabin. Piştî demekê germiyan û heyecana destpêkê namîne, meriv êdî xwe vedikşîne qalikê xwe.
Xwarinek çiqasî xweş be jî piştî çend caran meriv jê aciz dibe, naxwaze êdî bixwe.

Facebook jî kêmzêde wisa ye, em kêm dibin zêde nabin.

XXX

Meriv sibê zû ji xew rabe roj dirêj e. Meriv kane gelek karî bike. Kar xweş e sibê. Karê îro mespêre sibê. Li ser daxwaza xanimê ev sê çar roj in em gerra xwe ya rojane ne piştî nîvro, danê sibê dikin.

Vêsê saet di neha da(009.00)em ji mal derketin, em saet û nîvekê, 6,6 km meşiyan û hatin mal.

Danê sibê dinya honik e, meşa sibê xweştir e.

Ez xwîdan nadim, ya xwîdan dide xanim e, ew nikane di germîyanê da bimeşe, yê min ne xema min e.


XXX

Yekî li ser bûyereke me ya trajîk nivîseke pir ne xweş nivîsîye. Bêbextî, telaqreşî kiriye. Provakatorî û şelafî kiriye.
Xwedêgiravî rîsipî ye, lê ne merivekî kamil e, şelafekî temam e, ji bo menfeta xwe li hemberî hin kesan nuha ne sax in bêedebîyek mezin kiriye.

Ez fikirîm tiştekî li ser binivîsînim lê dûra min dev jê berda. Ewê ji fêdê bêtir zirarê bide me. Rexneyeke baş heq kiriye lê nabe, serê minê pê ra pir biêşe.

XXX

Necat Zivingî li ser mirîdên partiyan û serokan, li ser zindiyên mirî, yanî li ser zombîyên di nava me da digerin û xwe zindî û baqil hesab dikin nivîseke muhteşem nivîsîye.

Zombî xweş tarîf kirine.Bixwîn û zombîyên li der û dora xwe nas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE