02 juni 2023

Hin kes bi xebatên xwe dilê meriv rehet dikin

Hin kes hene kêfa min pir ji wan ra, ji kar û xebatên wan ra, ji fikir û îdîalê wan ra tê. Ji van camêran yek jê Necatê Zivingî ye, yek jî Gewranê. Goyî ye.

Nivîs û vîdeoyên di medyaya sosyal da belav dikin tam li gorî dilê min e. Ez ji xwe ra dibêjim:

”Xwezî her kurd wek van camêran miletperwer bûye, wek wan dilşewatê azadî û serxwebûnê bûya, wek wan ji zimanê xwe, ji welatê xwe, ji miletê xwe hez bikira.

Bi sedhezaran kurdên bûne berdevk û şûrkêşên dijmin meriv bêhêvî û merezarî dike.

Lê hebûna van camêran û kesên wek wan moral dide meriv, hêvîya meriv ya bi serketinê xurttir dike.

Gelî dost û hevalên ezîz, gelî keç û xortên welatparêz di medyaya sosyal da wexta xwe nedin leqeleqên vala, ajîtasyon û propagandeyên bêfêde, parvekirinên Necatê Zivingî û Gewranê Goyî taqîb bikin.
Yên wek wan taqîb bikin, ne hindik in, pir in.

Merivên bi ruh û can kurd û Kurdistanî ne, ne meriv û mirîdên tu kesî, tu partiyê ne.

Dibê meriv ji kesên fikirazad, nasyonalîst, ne meriv û mirîdên tu îdeolojiyê, tu serokî, tu partiyê hez bike, qedir û qîmetê bide wan.

Ji kurdên bûne hevalên dijmin, bûne mitefikên dijmin hez nekin, pesnê derew û demagojiyên wan nedin. Yên bûne heval û mitefikên neyar, ji neyar û dewleta dagirker xerabtir in. Meriv nabe hevalê neyarên qewmê xwe, dagirkerên welatê xwe.

Meriv nikanibe şerê dijminê xwe bike, dibê nebe hevalê dijmin jî, pê ra nebe heval û destbira jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE