03 juni 2023

Herêma Ferêt bûye zarokê dêmariyê

Kurdên siyasî, partiyên me herêma Ferêt, Semsûr, Mereş, Meletî pir îhmal kirine, ji dewletê ra, ji pantirkîstan ra hîştine.

Herêma Ferêt di çavên kurdan da bûye wek zaroka dêmariyê, di wî quncikî da bi tenê mane, kurdên welatparêz ew herêm zêde îhmal kirine.

Di erdhejê(zelzeleyê)da ji her fikrê, îdeolojiyê, kurd, partiyên kurd çûn wê herêmê, alîkariyeke baş xelkê ra kirin. Di nabêna xelkê herêmê û wan da têkiliyeke pir baş, pir samîmî çê bû. Ji bo xebatên siyasî bingehek baş çê bû.

Hêvî dikim kurdên siyasî, miletperwer vê têkiliyê bidomînin, bêtir herin werin û li wan deran bingehên kurdperweriyê xurt bikin.

Bi taybetî jî dîndarên welatparêz dibê dest bavêjin herêma Ferêt. Bingeha wan a îdeolojîk li herêma Ferêt pir xurt e. Ev yek ji bo xebatên siyasî û miletperwerî îmkaneke mezin e.

Li herêma Ferêt kurd wek bajarên din zêde asîmîle nebûne, kurmancî, kultura kurdî hîn xurt e, lê di warê siyasî da zêde nêzî dewletê û partiyên tirk bûne. Di vê yekê da siyaseta dewletê jî muhîm e.

Dewletê jî, faşîstên tirk ji bo pêşxistina tirkîtiyê giraniyek mezin dane Semsûrê, Mereşê û Meletyê.
Dibê meriv qebûl bike, mêrikan gelkî bi pêş jî ketine.

Herêma Ferêt, kurdên berferatî li bende kurdên welatpewer in, berferatî pir bi tenê û bêkes mane, bûne wek sêwiyên kurdan.

Kurdan ew ji însafa dewletê û pantirkîstan ra hîştine, bêkes mane.
Dibê ev rewş were guhertin, dibê kurdên bîrewer, bi taybetî jî dîndarên kurdperwer herin wê herêmê. Xelkê herêmê ewê pir dilşa bibe, ewê ji birayên xwe pir hez bikin, ewê we bi kêfxweş himêz bikin.

XXX

Wey maşalla û suhanella, meriv bawer nake lê rast e; di kabîneya Erdogan da jinek jî heye.

17 peyayên qerase û jinek.

Lê li gorî tirkan dîsa jî pêşketineke mezin e, sembolîk be jî wa ye jinek xistine nav xwe.

Heger ew civat li ber xwe keve ev jê ra bes e…

XXX

Hilbijartinên tirkan qediyan, Erdogan careke din bi zor û bi hîle xwe kir serok, lê hin kes hîn jî dev ji leqleqa ser hilbijartinan bernadin.

Heyan, dawet ferikî, berbû hetikîn.

Mêrik hoste ye, xweş li hev radigire, li her têlê dixinî, jê ra çi baş be wiya dibêje.

Çimkî exlaq sifir e, firldaq e, ji dansoza herî baş jî baştir çerx dike, viz dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE