03 juni 2023

Îro Maratona Stockholmê ye

Îro Maratona Stockholmê ye. Hewa pir xweş e, 17 derece germ e, baran nabare. Hewake tam li gorî dilê swêdiyan e.

Li bajêr însan pê li serê hev dikin. Di tu maratonê da bajar hewqasî qelebalix nebûye. Meriv dibêje belkî kes di mala xwe da nemaye.
Em neçûn bajêr, min û xanimê li mal, di telewîzyonê da temaşe kir. Me maraton gav bi gav taqîb kir, li komentaran gudarî kir.

Lê helbet turîst jî pir in, bi hezaran turîstên dixwazin vê rojê bibînin hene. Ji welatên din jî gelek kes tevî maratonê bûne.

Her kuçe û kolana Stockholmê bûye qada kêf û şahiyê, çepik, qîjewîj, helanên însên di nav bajêr da olan dide. Her der wek dawetê ye.

Maratonê saet di 12.00 û 12.10a da ji du ciyan dest pê kir.

Maraton 42 195 mîtro ye. Îsal 17 hezar kesî miracaetî Maratonê kiriye. Ji sedî li dora %27a jin in.

Maratona Stockholmê cara pêşî di 4ê tebexa 1979a da dest pê kir, ji wê salê da ye her sal di destpêka hezîranê ya jî di dawiya gulanê da Maratona Stockholmê çêdibe.

Lawikê me yê mezin Azad çaxa xort bû du salan tevê bû, lê dûra dev jê berda. Nuha 47 salî ye, jixwe êdî nikane.

Lê ez bawer dikim çend kurd tevîê hene, lê wek reşikan ne beza ne.
Her sal yekî afrîqî dibe yekem. Îsal jî ewê wer bibe. Nizanim çima sipî nikanin wek afrîkiyan beza bibin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE