04 juni 2023

Mêrik xwestiye gurçika min bikire !

Sextekarekî, çeteyekî navnetewî nivîsek xistiye binê nivîseke bloga min. Gotiye heger tu gurçika xwe difroşe, ez bikir im, mişterî me, ez bi 500,000 USD dikirm.

Nivîs bi kurmanciyeke xweş e.Qey bi Translate Googlê wergerandiye. Kurmanciya Traslata Googlê pir baş e. Hin gotinan fêm nake, lê bi tevayî wergereke baş dike.

Sextekarê min ê gurçikkir gotiye navê wî ”DR. MAXWELL” e û ew gurçik û organên însanan dikire.

Mêrik tîtla, unwana ”Dr.” jî îhmal nekiriye, bikirê(mişteriyê)gurçikê bêguman yekî dibê tuxtor be.

Gelek nivîsên çeteyên xapandinê ji min ra tên, bi piranî ya rismên jinên tazî dişînin, ya jî dixwazin meriv bixapînin, hinek pere ji meriv bifirînin.

Lê ev  cara pêşî ye yek dixwaze gurçika min, min organên min bikire. Kalpazan nizane jixwe gurçikek min tenê ye, meriv ji kesê bi gurçikekê daxwazeke wiha nake.

Ma ewê ji ku zanibe gurçikek min heye? Mêrik ji hezarên wek min ra eynî nivîs şandiye, belkî çend xeşîm bersîvê bidinê û têkevin feqê.

Nivîsa Dr. Maxwell ev e:

”Ma hûn dixwazin gurçikek, organên laş bikirin an hûn dixwazin gurçik an organên laşê xwe bifroşin?
Ma hûn li derfetekê digerin ku hûn gurçika xwe bi pereyan bifroşin ji ber têkçûna darayî û hûn nizanin çi bikin, wê hingê îro bi me re têkilî daynin û em ê ji bo gurçika we 500,000 USD pereyek baş pêşkêşî we bikin. Navê min Doktor Maxwell e û ez di Nexweşxaneyên Bill Roth de Neurologist û şêwirmendê bijîjkî me.
Nexweşxaneya me di Neştergeriya Gurçikan de pispor e û em bi kirîn û neqla gurçikan re jî bi donorek zindî û têkildar re mijûl dibin.
Em li Hindistanê, DY-yê ne. û tenê kesên hişê ciddî hewce ne.
Ji kerema xwe ji me re agahdar bikin ka hûn bala xwe didin firotin an kirîna gurçikan an
Organ ji kerema xwe dudilî nebin ku li ser û bi e-nameyê bi me re têkilî daynin.

Email: birothhospital@gmail.com
Hejmara Whatsapp: + 31648670212
Hejmara Whatsappê: +1 (850) 3137832
Viber: +31648670212
3 juni 2023 kl. 00:36

Ligel rêzê ”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE