30 maj 2023

Sohbeteke bi Profesorekî kurd ra

Prof. Nûrettîn Tûrgay hevalê min î Facebookê ye. Nivîskar û kurdekî dîndar e, mêrdînî ye, kurmancîya wî baş e, di Facebookê da ez carnan nivîsên wî, çîrokên wî dixwînim.

Bi tirkî hin serpêhatî, çîrokên xweş, di warê edîbe da bi qalîte dinivîsîne.
Zimanê wî, edebîyata wî baş e, taswîrên wî xweş in, xweş li hev tîne.
Meriv çîrokên wî bi kêf dixwîne.
Lê çi heyf bi tirkî dinivîsîne. 

Wer xuya ye di nivîsandina kurmancî da ji xwe ne bawer e, newêre dest pê bike.

Destpêk wiha ye, lê hêdî hêdî meriv fêr dibe. Yekî wek wî, heger bixwaze kane di nav çend rojan da îmla kurmancî baş fêr bibe.

Îro serpêhatiyek, çîrokek evînê ya xweş(Aqilê aqademîk, Abdullah û Bêrîvan)nivîsîye. Xweş li hev anîye. Çîrokek dilêş e. Çend roj berê jî dîsa çîrokek wiha xweş nivîsîbû.

Min di binê çîrokê da çend gotin nivîsîn, min got dibê tu van çîrokên xweş ne bi tirkî, bi kurmancî binivîsîne.
Min gotiye çima tu van çîrokên xweş bi kurmancî nanivîsînî?
Ev jî ew nivîsa min e:

”Birayê Nûretîn, tu merivekî alim û zana yî, tu kurd î û kurmancîya te pir baş e. Tu zanî ziman çiqasî muhîm e.
Tu pesnê Melayê Cizîrî û seydayê Ehmedê Xanî didî, tu merivekî heyranê wan î.
Lê tu wek wan bi zimanê dayika xwe, bi zimanê miletê xwe nanivîsînî.
Tu çima van tiştên xweş ne bi kurmancî, lê bi israr bi tirkî dinivîsînî?
Yanî her kurdê bi zimanekî din bizane gerek dev ji kurdî berde, gerek bi wî zimanî binivîsîne?
Heger Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî wek te bi tirkî(osmanî)nivîsîbûna, bi kurmancî nenivîsîbûna nuha çi yê me hebû, te yê di telewîzyonan da pesnê kîjan edîb, şair û kilasîkê kurd bida?”

XXX

Di 22 gulanê da dîsa min nivîseke wî şirove kiribû:

”Birayê ezîz, dibê tu vê serpêhatiyê, vê çîroka xweş bikî kurmancî. Kurmancîya te pir baş e, dibê te ev çîrok ne bi tirkî, bi kurmancî nivîsîba. Serpêhatî ya kurda ye gerek kurd trajediyên xwe bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe bixwînin.

Gelek silavên dostaniyê

Hêvî dikim ezê çîroka xweş bi kurmancî jî bixwînim.”

XXX

Prof. Nûreddîn Tûrgay ev bersîva jêr daye min:

-Raste keko. wekî te yi. Di umrê me de em bi Tirkî meşxûl bûn. înşallah ezê li birayê xwe guhdarî bikim. Emanetî Xwedayê Mezin bi.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE