29 maj 2023

Belgefîlmekî kezeba meriv diperitîne

Min di telewîzyona Swêd kanala 2a da li ser Stalîn li dokumentereke/belgefîlmekî bi navê ”Dawiya Cîhanê: Stalîn” temaşe kir.

Fîlm sê beş in, îşev beşa pêşî bû. Li ser Stalîn, Lenîn, şoreşa Bolşewîkan, şerê Bolşewîk û Menşewîkan û êrîşa nazîyan dokumentereke meriv kelogirî dike.

Gelek tiştên min li ser Stalîn, Lenîn û qetlîamên kirine nizanîbû fêr bûm. Li hemberî wahşta kirine meriv lal dibe. 

Me bi salan ji van zalim û qatilên bi milyonan însan dane înfazkirin hez kir û parastin. Lenîn û Stalîn zalimî û barbariyên wer kirine, gava meriv dibihîze, rismên wahşetê dibîne gurrûzî digre bedena meriv.

Xwezî telewîzyoneke kurdî jî ev dokumenter bikiriya û nîşan bida. Fîlmên wiha bi kurdî jî hebin pir baş e. 

Li Kurdistana Başûr bi milyonan didin ziblên tirkan, bi wan fîlmên berradayî kurd jahrdadayî dibin. 

Dokumenterên wiha bikirin qenekê însan ewê jê ders û ibretekê bigrin, tiştekî bi fêde fêr bibin. 

Dokumenter di sala 2015a da hatiye çêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE