29 maj 2023

Erdogan gotiye heta ew serok be Demirtaş ewê di zindanê da be !

Erdoganê cara sisiya bi zorbatîya xwe bû serok, di axaftina xwe ya piştî serketinê da qala Selahedîn Demirtaş jî kiriye, wek her tim dîsa gotiye:

”Hetanî ez serok bim Demirtaş ewê di zindanê be.”
Lê tirk bi vê soza Erdogan nehatine serî, kîtleyê bi yekdengî gotiye, "îdam, îdam...", xwestine Selhedîn Demirtaş îdam bikin...
Yanî milet ji Erdogan xerabtir e, îdamê dixwaze...

Ev bêperwatiya Erdogan tê maneya li Tirkiyê qanûn, edalet, mahkime, huqûq tuneye, Erdogan her tişt e, ew çi bixwaze wer dibe, tu kes nikane bêemiriya wî bike, ji emrê wî derkeve.

Girtiyên hevsan jî ne li gorî qanûnan, ne li gorî edaletê û huqûqa heyî, li gorî daxwaza wî tên girtin û tên berdan. Ew nexwaze mahkime nikane tu kesî berde.

Ew nexwaze tu mahkime nikane girtiyekî, mahkûmekî azad bike, ji bo vê yekê dibê destûrê ji wî bigire.

Heger wezîrê edaletê, serokê Mahkimeya Bilind ne yên derewîn bûna, ewê li dijî vê beyana Erdogan rabûna, bigotina tu ne mahkime yî, Demirtaş li gorî emrê te nehatî girtî ye û li gorî emrê te jî ewê girtî nemîne, yê biryara vê yekê dide mahkime ye.

Lê li Tirkiyê tu kesê biwêribe li hemberî zorbatiyên Erdogan rabe tuneye.

Erdogan jî rastiya Tirkiyê venaşêre, realîteya Tirkiyê, rastîya Tirkiyê çi be wiya dibêje. Li Tirkiyê mahkime, qanûn, huqûq, edalet tuneye, ew jî viya venaşêre, dibêje ez her tişt im, biryara girtin û berdana hefsiyan jî ez didim.

XXX

Zor zane, zêr zane, devê tivinga mor zane. Ev hesê tiştan jî hertim pere kirine.

Li ba Erdogan zor jî heye, zêr jî heye, devê tivinga mor jî heye. Ji bo wê jî kane qezenc bike, dibêje min qezenc kir.

Ji bo ku zor, zêr û tiving li ba mêrik heye kes newêre bibêje te bi hîle û bi zorbatiyê qezenc kiriye, hilbijartin ne demokratîk û adil bû.

Medyaya tirk û ya dinyayê, serokên welatan dikin pite pit lê kes newêre bibêje te bi zorbatiyê ”qezenc” kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE