28 maj 2023

Erdogan bi hostayî kerasekî demokratîk li qezenckirina xwe ya bi zorbatî kir

Wek dihat texmînkirin Erdogan bi hîlebaziyeke pir zîrekane "qezenc kir." Mêrik maskeyek ”demokratîk” li zorbatî û hîlebazîya xwe kir û li ser kursiya xwe ma.

Di axaftina xwe da hîle, zorbatî û sextekariyên bi hostayî hatine kirin xweş tarîf kiriye, gotiye, ”Me gotibû emê wisa qezenc bikin ku tu kes têk neçe...”

Maneya vê gotinê, min ji we ra gotibû ezê vî îşî wer xweşik li hev ragirim, her kesê mecbûr hîlebaziya min, vê tiyatroya min qebûl bike, bibêje hilbijartin bi şiklekî demokratîk çêbû, milet careke din Erdogan hilbijart.

Netîceya îro berî hilbijartina 14ê gulanê hatibû hezirkirin, qezenkirina Erdogan mexsûs hîştin tûra dudya.

Heger di tûra yekê da zefera xwe îlan bikira îhtîmala qebûlnekirinê zêde bû. Ji bo ku rê li ber wê gelşê bigrin, qezenckirin hîştin tûra duduya. Yanî ev netîce berê hatibû eyarkirin.

Min gelek caran nivîsî, min got Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 70-80î rayan bigire jî Erdogan ewê kursiya xwe nade, ewê bibêje min qezenc kiriye.

Erdogan hetanî sax be kursiya xwe bi rehetî nade, dibê bi zor jê were girtin. Çimkî mêrik sîstemek wiha çêkiriye tu nikanî hilbijartinê kontrol bikî, tu nikanî rê li ber saxtekariyan bigrirî. Riyên kontrolê, çacdêriyê hemû ji ortê rakirine, her tişt di bin destê wî da ye, ew çawa bixwaze wer dikin.

Lema jî netîceya îro ji berê da dihat zanîn, tu kesî şansê qezenckirinê nedida Kiliçdaroglu. Ji ber ku her kesî zanîbû Erdogan  kursiya xwe nade.
Li gorî beyanên resmî Erdogan ji %52,09, Kiliçdaroglu ji % 47.91 ray girtine.
Ez bawer bawer nakim rastî wiha be, derew e, Erdogan bi heqê xwe hewqas ray negirtiye. Lê kesê kanibe vê sextekariyê îspat bike tuneye. Jixwe mêrik tim wiha kiriye, tim jî jê ra maye. Vê carê jî wek xwe kir.

XXX
Bi girtina sandoqan ra zilamên AKPê dest bi lîrandin û pîrozkirina zafera xwe kirine.

Hîn ji %5ê, 10ê sandoqan venebûne, mêrikan dibêjin me qezenc kiriye.

Ev ne hilbijartin e, tiyatro û qomedîya Erdogan-Bahçelî ye. Hilbijartin çênekiran jî dibû.

Hilbijartineke tam li gorî tirka ye.

Li Tirkiyê 7-8 milyon koçber hene, ma qey serok ew belaş anîne Tirkiyê. Di rojeke wiha da helbet ewê rayên xwe bidin serokên xwe...

Yanî bi vî hawî, bi wî hawî, dawiya dawî ewê li hev ragire saxî û silametî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE