28 maj 2023

Gelo Kiliçdaroglu ewê bikanibe surprîzekê bike?

Li ser hilbijartinên Tirkê, Erdogan û Kiliçdaroglu fikrên me çi bin jî di tarîxa Tirkiyê da îro rojeke girîng e. Ji bo tirkan jî, ji bo me kurdan jî girîng e. 

Ji bo wê jî tirk jî, kurd jî girîngiyeke mezin didin hilbijartina îro li Tirkiyê û li Kurdistanê çêdibe.

Ez ne dilxwaz û piştgirê Kiliçdaroglu me, lê dîsa jî dixwazim Erdogan têk biçe, Kiliçdaroglu qezenc bike. Ev hêvîya min ne zêde ye, lê daxwaza dilê min ev e.

Di nav du xeraban da meriv dixwaze yê herî xerab, yê herî zalim bela xwe bibîne.

Ya din jî hêvî dikim kurd bi hev nekevin, li tu derê zirarê nedin hev. Tirk hevdu qir dikin, qûş dikin bi kêfa xwe ne, dibê em kurd xwe xwe tevî şerê wan nekin.

XXX

Kewê gozel seyda qewmê xwe dike. Heger ne ji kewên me yên gozel bûna dijmin nikanîbû hewqas zulm bi vê bêperwatiyê li me bikira.

Di nav her miletî da merivên xerab hene, lê yên me kurdan pir û pir zêdene. Him hevalên dijmin in, him jî zimandirêjiyê dikin. +

Yê bibe heval û rêberê û nûnerê dijmin mecbûr e bêhea be, bêar be, ji tu tiştî şerm neke, li ber xwe nekeve.

Ma ji hevaltiya dijmin tiştekî xerabtir heye?

Yê bibe hevalê dijmin, li dijî dagirkeriya welatê xwe dernekeve helbet ewê bêheya be.

Li ser mesela bivir û darê çîrokek kurmancî ya meşûr heye. Di kitêba min da heye.

Piştî êzingvan darê dibirre, dar bi axîn dibêje: "Doxa te ji min e, min ew neda te, te îro nikanîbû ez bibiriya ma."

XXX
Mahkima Cezayê Giran a Enqerê Mehmet Agar, Korkut Eken, Îmrahîm Şahîn, Mahmût Yildirimê(Yeşîl)qatilê gelek kesan jî di nav da ji Doza JÎTEMÊ îro berata 19 çete û sûcdaran daye. Gişan jî sûcên pir giran kirine, gelek kurd dane kuştin.

Rojekê berî hilbijartinê beratkirina van çeteyan pir manîdar e, hukûmet ji qatilan ra, ji sûcdaran ra dibêje metirsin, hûn çi bînin serê kurdan jî ne sûc e, hûnê werin berdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE