27 maj 2023

Şikir tiyatroya tirkan a hilbijartinê qediya

Dawiya dawî ew roj jî hat, li Tirkiyê û Kurdistanê sibe hilbijartina serokkomariyê ye. Sibe ji herdu xeraban yekê bibe serokê Tirkiyê.

Ya Recep Tayyip Erdoganê bi hin sextekariyên pêşketî(jixwe ew profesorê, pîrî vî îşî ye) dîsa qezenc bike, ya jî Kemal Kiliçdarogluyê xwe ji bo tirkîtiyê diçirîne mûcîzeyekê bike, dawiyê bide dîktatoriya Erdogan a faşîzan.

Texmîna min Kiliçdaroglu qezenc bike jî Erdogan ewê bibêje min qezenc kiriye, yanî ewê bi hîle û bi zorê têkçûna xwe qebûl neke.

Cepheya Kiliçdaroglu nikane rê li ber sextekariyan bigire, nikane sandoqan baş biparêze.

Lema jî cepheya Erdogan him dîgîtal, him jî fizîkî kane sextekariyên mezin bike. Ewê bikin jî.

Di medyaya sosyal da em pir peyivîn, her kesî li gorî zanîna xwe fikrê xwe got, aqil da kurdan û YSPê. Kurdan, berpirsiyarên HDPê/YSPê çiqasî guh dan rexne û pêşniyaran, çiqasî guh nedanê ez nizanim.

Bi texmîna min minaqaşeyên di medyaya sosyal da, dîtin û pêşniyaran tu tesîr li biryara HDP/YSPê nekir, di 14ê gulanê da bê qeyd û şert piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu kirin, heta dawiyê li ser vê biryara xwe man, sibe jî ewê dîsa rayê bidinê.

Bi texmîna min vê carê her kesê gurra wan neke, gelek kes ewê neçin ser sandoqan. 

Çimkî Kiliçdaroglu jî ji bo kurdan tiştekî ji Erdogan pêşdatir nabêje, dixwaze xwe ji Erdogan pantirkîstir nîşan bide. Evy ek bû sebebê gelek rayê nedinê.

Lê leqleqa me ya li ser hilbijartinan, şerên me, pêşniyarên me giş ji me ra kar man. Kara gavana siwarbûna kera ye, ya me jî leqleqa vala ya vira ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE