27 maj 2023

Emîly Brontêya îngilîz û Mestûre Erdelana kurd

Do bi şev di telewîzyona Swêd kanala 2a da min li belgefîlma(Girê bi Xumîn) li ser jiyana nivîskara îngilîz a meşhûr Emîly Brontê temaşe kir.
Belgefîlmekî meriv nedixwest ji ber rabûya, pir mikemel çêkirine.
Xwezî li ser Mestûre Erdelan jî belgefîlmekî wiha hebûya, dinyayê û kurdan Mestûre Erdelan jî wiha nasbikirana.

Emîly ji sê xwişkan yek bûye, lê yeka herî esrarengîz bûye.

Emily Brontê romanek tenê nivîsîye û bi wê romanê jî di edebîyata îngilîz û dinyayê da olaneke mezin peyda kiriye.

Ev romana wê ”Girên bi Xumîn((Wuthering Heights) hîn jî di edebîyata îngilîz da yek ji romanên herî mezim tê qebûlkirin.

Kitêb cara pêşî di sala 1847a da bi mahlasa(nasnavê) mêrekî, Ellîs Bell çap bûye. Yanî Emîly Brontê destpêkê navê xwe eşkere nekiriye, rexnegiran nizanîbûne nivîskar jin e.
Roman rexnegiran matmayî dihêle.

Emily Brontê di sala 1818a da li Thornton, Yorkshire hatiye dinê, di sala 1848a da, di 30 saliya xwe da piştî wefata birayê xwe nexweş dikeve, zatûrî dibe û dimre.

Emîly Brontê ji malbateke 6 zarokî, numra pênca ye. Di 3 saliya wê da diya wê wefat dike, ew û du xuşkên xwe, Charlotte û Anne û birayê xwe Branwell sêwî dimînin.

Her çar jî zarokên hinekî îstîsna ne, dinivîsînin, notên rojane digrin, xeyalên ecêb dikin.

Bavê wan Patrick Brontê bi eslê xwe îrlandî ye, nivîskar e, wezîrtî jî kiriye. Zarokên xwe pir serbest û azad mezin dike, wan teşwîqî her babet xwendinê dike, dixwaze zarokên wî bibin nivîskar, resam, xwe bigihînin meqamên bilind.
Giş dixwînin, dinivîsînin.

Chrolette Brontê ne bi qasî Emîly Brontê be jî, lê ew jî nivîskareka bi nav û deng e.

Emîly rojnivîs(diary), notên rojane nivîsîne. Lê ji nivîsên wê tenê romana wê ya bi navê Girên bi Xumîn(Wuthering Heights)hatiye bidestxistin.

Di sala 1850î da xwişka Emîly, Charlotte romanê ji nuh ve hazir dike, dide çapê û navê Emîly yê rastî eşkere dike. Heta wê çaxê rexnegiran nizanîbûne nivîskara Girên bi Xumîn jineke.

Lema jî berê pir pesnê romanê dabûn, piştî dibînin nivîskar jin e, îcar dest bi rexneyên ne baş dikin, kêmasî û qusûrên romanê rêz dikin.

Girên bi Xumîn((Wuthering Heights), çîrokek evîndarî, romantîk e, mişt dilêşî û xembarî ye. Lê di eynî wextê da şîdet û tolhildane jî. Di edebîyata dema vîktorîan da pir deng daye, bûye romaneke wê demê ya pêşeng.

Ev belgefîlma fransî di sala 2022a da ji alî Mathilde Damoisel ve hatîye çêkirin. Belgefîlmek muhteşem e, meriv pir di bin tesîrê da dimîne.

Çend fîlmên din jî ji romanê hatine çêkirin. Rejîsorê japonî Yoshishige Yoshida di sala 1988a da li ser vê romana Emîly Bronêt fîlmekî drama( 
Arashi ga oka)çêkiriye.

Dema ez li fîmên wiha temaşe dikim, dilê min bi halê me dişewite, ez gelkî xemgîn dibim. Ez ji xwe ra dibêjim xwezî çend jinên wiha yên me jî hebûna. Ewrûpiyan di sedsala 16, 17a, 18 da zarokên xwe yên keç dane xwendin, kirine nivîskar.

Îro bi eserên wan serbilind in. Pêşiyên me ne ji ber qedexeyên îslamê keçên xwe nedane xwendin, di hunduran da hefs kirine. Vê yekê jî zirareke mezin gîhandiye pêşketina me, edebîyat me, ziman û tarîxa me.

Lê îstîsnayeke me heye, ew jî Mestûre Erdelan(1805-1848) xanima şair û dîrokzan e.

Tiştê ecêb, Emîly Brontê û Mestûre Erdelan herdu jî di eynî salê da(1848) mirine. Roja mirina Emîly Brontê 19ê meha 12a(19/12-1848)ye, roja mirina Mestûre Erdelan xanimê ne diyar e. 

Emîly Brontê di 30 saliya xwe da miriye, Mestûre Erdelan xanim di 43 saliya xwe da miriye.
Xwezî me jî kanîbûya li ser Mestûre Erdelan xanimê belgefîlmekî wiha çêkiribûya.
Me nikanîbûye li ser Mestûre Erdelanê fîlmekî wiha çêbikin çimkî em miletekî bindest û bêdewlet in. Heger dewletek me jî hebûya, nuha li ser Mestûre Erdelanê fîlmekî wiha hebû.

Belgefîlma fransî di sala 2022a ji hêla Mathilde Damoisel ve hatî çêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE