Di tu hilbijartinê da wek vê carê kurd di tercîhên xwe da dudil û perçe nebûne.
Partiyên kurd, serokên kurd çi biryarê digrin bira bigrin, hevalên wan giş ewê
bi ya wan nekin, gelek kes ewê li gorî fikrê xwe hereket bikin.
Sebebê vê belavbûna kurdan ji ber alternatîfên hema hema wek hevin, bi dilekî rehet meriv nikane bibêje ev namzed ji yê din baştir e û raya xwe bidê.
Erdogan hatiye ceribandin, jer kes zane neyarekî azadiya miletê kurd
e, naxwaze nenûka kurdan jî dirêj bibe ji bo ku kurd xwe pê bixrînin.
Lê Kemal Kiliçdaroglu jî ne merivekî saxlem e, baweriyê nade meriv, bi beyan û
retorîka xwe meriv ji xwe ditirsîne. Kesên li dora wî jî gelekên wa new jî
neyarên miletê kurd in.
Ev yek bûye sebebê kurd di biryardayinê da zahmetiyê dikşînin, mane di orta
xelîl û celîlên xerab da.
Erê Erdogan dijminekî eyan beyan e, her kes zane heta jê were ewê xerabiyê bi
kurdan bike, ev rast e.
Lê Kemal Kiliçdaroglu jî ne dîwarekî saxlem e, ne mêrekî meriv baweriyê pê bîne
û raya xwe bidê.
Bi taybetî hin kesên li dora wî merivên bi qasî Bahçelî û Erdogan
dijminên miletê kur din.
Belkî meriv kane tiştekî tenê bibêje, ketina Erdogan, yê were dewsa wî kî be jî
ji bo kurdan baştir e. Îhtîmala baştirbûnê heye, lê îhtîmala ji Erdogan
xerabtirbûnê tuneye.
Jixwe kurdên rayê didin vî mêrê xerab jî ev e, dibêjin ya muhîm Erdogan bikeve,
kî were dewsa wî ewê ji bo miletê kurd baştir be.
Bi texmîna min jî ev îdîayeke rast e.
Ketina Erdogan him ji bo me kurdan, him jî ji bo welatên cîranên
Tirkiyê û Ewrûpayê jî baş e.
Ketina Erdogan kane tevliheviyekî jî bi xwe ra bîne, faşîst, îslamîst û
kemalîst bi hev kevin. Rûdaneke wiha li kara me kurda ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar