26 maj 2023

Em mecbûr in riyeke baştir bibînin

Her sibe gava kompîtora xwe vedikim, xeberên li ser me kurdan dixwînim, bala xwe didim hal û ehwalê me, tiştekî min kêfxweş bike bi ber çavê min nakeve. Lê nikanim nexwînim, nikanim ji nedî va werim.

Xeberên li ser me hemû meriv xemgîn dikin.

Lê xemgînî, bêhêvîtî derdê me derman nake, rewşa me baştir nake. Em mecbûr in riyeke baştir bibînin.

Ev demeke kurd êdî li wê riya nuh digerin, minaqaşe li ser vê riya nuh e. Zû dereng ev riya nuh ewê were dîtin, kurd ewê ji vê gîrdabê, ji vê gerînekê derkevin. Lê ewê wextê bigire. Nuha destpêk e.

Tu tişt wek xwe namîne, helbet ev rojên reş û tarî jî ewê biqedin, emê ronahiyê, rojên xweş bibînin.

Sibe ewê çawa be, ewê çi bi xwe ra bîne em nizanin. Surprîzên dinyayê pir in. Li Tirkiyê jî kane hin surprîzên em texmîn nakin derkevin meydanê.

De a bi xêr, hêvî dikim kîjan ji me ra bi baş e bira ew surprîz bibe...
Tiştê dikeve ser milê me kar e, dibê em ranewestin, bixebitin, li riyên nuh, li alternatîfên nuh bigerin.
Kar bi kirinê, ker bi ajotinê. Tu nexebite kar bi xwe naqede, dibê tu bixebite. Kar ker e, tu bajo ewê here…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE