26 maj 2023

Ne zulm, ne birçîbûn rayên Erdogan kêm nake


Li Tirkiyê û li Kurdistanê piraniya însanan di binê sînorê birçîbûnê da dijîn, lê dîsa jî ji Erdogan, ji serokê xwe hez dikin, rayên xwe didinê; ji bo ku hinekî din zulmê li wan bike, hinekî din wan mehkûmê xizaniyê, birçîbûnê bike.

Li Tirkiyê ji bo malbateke 4 nufûs sînorê birçîbûnê  11 hezar û 810 lîre ye, meaşê herî hindik jî 8 hezar û 500 lîre ye.
Yanî malbateke 4 nufûs 3 hezar û 310 lîre di bin sînorê birçîbûnê da dijî.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê bi milyonan însan ev meaşê wan ê herî hindik jî tune ye. Bi milyonan însan bêkar in, bi karên rojane debara xwe dikin.

Lê dîsa jî bi milyonan tirk û kurd rayên xwe didin vî dîktatorê ew xistine vî halî, vê hukûmeta ew mehkûmî birçîbûnê kirine.

Birçîbûn, zulma dîktator li milet dike tesîrê li populerîya mêrik nake, dijminatiya kurdan têra hezkirina wî dike.

XXX

Van rojan însan ji him pir tije ne, him jî pir hêrsok bûne. Di demên wiha da dibê meriv xwe pisitirîne. Em çi bikin, çi bibêjin jî bêfêde ye, kes nikane qûna Tirkiyê rast bike. Kurd ketine belayek mezin. Em dikin, nakin niknin ji vê belayê, ji vê teniya bi don xelas bibin.

Em dilê hev nehêlin baştir e.

XXX

Parlamenterê AKPê Galîp Ensarîoglu fortek daye xwe, bayek ji ber serê xwe berdaye, gotiye ”em amadene her meseleyê li ser bingeheke demokratîk bi her kesê dev ji sîlehan berde çareser bikin.”

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî li ber tiştekî ye, tiştek ji dest tê.

Mêrik him hevalê dijmin e, him jî zimandirêjiyê dike, aqil dide kurdan.
Bêyî ku şerm bike bi qurretî gotiye "Erdogan dostê kurda ye..."
Yê bibêje Erdogan dostê kurda ye demagogekî bêheya ye, hevalê dijmin e. Erdogan çawa dibe dostê kurdan?
Serokê Tirkiyê, dagirkerê Efrînê, Serê Kaniyê û berpirsiyarê koçberkirina bi milyonan kurdî çawa dostê kurda ye?
Erdogan azadnebûna kurdan, çênebûna Kurdistanê ji xwe ra kiriye hedefa esasî. Ji bo Ensarîoglu ev qet ne muhîm e, ji bo ku xiyaneta xwe biparêze dijmin dike dost.

Lê ne sûcê wî ye, sûcê medyaya kurd e bi zilamên dewletê ra wek kurdên welatparêz hevpeyvînan dikin.
Meriv naçe ji kurdekî bûye heval û rêberê dijmin aqil nagire, meriv wî diricimîne, jê ra dibêje çima tu bûye hevalê dagikerên welatê xwe?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE