30 maj 2023

Suleyman Soylu gotiye ji bo çi HUDAPAR xistin meclîsê

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hevkariya AKPê ya bi Huda-Parê ra di 23ê gulanê da di hesabê xwe yê twîtterê da beşekî axaftina xwe ya di kanaleke telewîzyonê da belav kiriye.
Soylu di wê axaftina xwe da li ser tifaqa bi Huda-Parê da teştekî pir muhîm îfşa kiriye, gotiye:

”Dewleta Komara Tirkiyê û siyaseta Tirk gava herî muhîm ya di van salê dawî da avîtiye, gava Huda-Parê ye.
Piştî 10 salên din hûnê bibînin, gava Huda-Parê bi kîjan gava sitratejîk hatiye avêtin û pêrgî lê kê girtiye û bi vê gavê ra li Rojhilat û li Başûrê Rojhilat hêzên muhafazakar ewê çawa têkevin dewrê. Wek li gelek herêmên din ên Tirkiyê.
Gava ji bo Huda-Parê hatiye avêtin gavaveke wer sitratejîke ku jimar ne muhîm e. Dixwaze bira jimar sed hezar be, sedûpêncî hezar be, dused hezar, dusedûpêncî hezar be, qet ne muhîm e. Di hin gavan da ji bona dewletan, ji bo welatan jimar ne muhîm e, ya muhîm qelîte, naverok e.
Li vir Komara Tirkiyê gaveke pir sitratejîk avêtiye. Li Tirkiyê deh salên din ewê bibêjin yekî bi navê Suleyman Soylu got. Lê Tayyip Erdogan kir.”


Hinekî dirêj bû lê tişt nabe, tiştê gotiye ji bo me kurdan pir muhîm e, dibê em bizanibin Erdogan ji bo çi Huda-Par xist meclîsê û dihêle demagojiya kurdperweriyê bike.

Ez berê jî carê li ser vê axaftina Soylu sekinîbûm, lê di dubarekirinê da zirar tuneye.

Soylu pilan û hedefa dewletê îma nekiriye, bi zimanê ezop nepeyivîye, pir eşkere îzah kiriye.

Hedefa dewletê ya îdeolojîk di civata kurd da guherîneke sosyolojîk bike, civata kurd paş da bibe, bike civateka dîndar, fanatîk, muhafezekar. 

Yanî dîndariyê, fanatîzmê, îslamîyetê bi destê Huda-Parê di nav kurdan da pêş da bibe, xurt bike. Civatê, piraniya kurdan bişibîne kîtleya Huda-Parê.

Dûra jî hêdî hêdî hêzên demokrat, lîberal, pêşverû, sosyalîst tasfîye bikin.

Bi taybetî jî rê li ber pêşketina jinan, beşdariya wan a qada siyasî û civakî bigirin.

Yanî hedefa dewletê ya îdeolojîk û siyasî li Kurdistanê pêşketin û guherînên civakî yên di van 20-30 salên dawî da çêbûne, rawestîne, bi paş da bibe, jinan wek berê hefsî hundur malê bikin.
Ji bo vî karî jî hewcedariya wan bi alîkariya Huda-Parê û bi şêx û terîqetan heye.

Lema jî Huda-Par xistin meclîsê. Bi îhtîmaleke mezin di rojên pêş da ewê gelek îmkanên dewletê têxin bin destê Huda-Parê, van îmkanan, rişwetan bi destê Huda-Parê li kesên motaj belav bikin, bi van bertîlan kurdan bi dewletê va girê bidin.

Yanî dewletê li Kurdistanê Huda-Parê, dîn, îslamîyetê ji xwe ra wek Hespa Turûva bi kar bîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE