Min xurîniya xwe kir, telefona xwe kir sarjê û kompîtora xwe vekir.
Min bi dor bala xwe da malpera xwe ya Facebookê û Twîtterê.
Piraniya parvekirinan minaqaşeyên li ser hilbijartinên 14ê gulanê ne.
Belkî cara pêşî ye di hilbijartinekê da tercîhkirin hewqasî zor e û kurd
hewqasî dudil û berbelav in.
Hin kes tiştên ne xweş ji hev ra, ji kesên rayên xwe didin Kemal Kiliçdaroglu ra dibêjin. Ew jî wan di praktîkê da bi piştgiriya Erdogan sûcdar dikin.
Di dawetnameyeke kurdên rojava da hin şaşiyên rastnivîsê bi ber çavê min ket.
Gotinên kurmancî û sentaksa erebî li bin guhên hev xistibûn. Yanî ne kurmancî
bû, ne erebî bû.
Min xwest li ser hin minaqaşeyên hilbijartinan û wan şaşiyên zimên ên beloq
çend gotinan biêjim, lê min cesaret nekir.
Min ji xwe ra got, serê neêşe paça lê negerîne, serê xwe nexîne terqreqê, tu yê
poşman bibî.
Min dev jê berda.
Van rojan minaqaşeyên li ser hilbijartinan pir germ e, ez bi aqara wan
minaqaşeyan nakevim.
Di vê hilbijartinê da hevalên Erdogan ne tê da, kurdên din giş bi heq in, para
rastiyê, heqiyê di tercîhên gişan da heye. Lema ez tevî minaqaşeyan nabim. Kî
raya xwe dide kê serbest e.
XXX
Ev demeke di medyaya sosyal da hin vîdeoyên li ser
bertîlxuriya Erdogan tên belavkirin. Di vîdeoyan da li Tirkiyê sîstema talanê,
rişwet û bertîêxuryi çawa dixebite, Erdogan vê sîstemê çawa îdare dike tê
eşkerekirin. Ev tişt giş tên zanîn, mesele ne tunebûna şahid û belegeyan e, bi
hezaran belge û şahid hene.
Însan dipeyivin, vîdeo tên belavkirin lê îreat tuneye, di
gotinê da dimîne, kes nikane tiştekî bi efendî bike.
XXX
Heqiyê di destê neheqiyê da barebar e. Heqî bi heq e, rast dibêje. Lê neheqî
qebûl nake, dibêje ez rast im.
Tiştê rast dibê meriv karê li zirara xwe neke, fikrê li
zirara xwe û miletê xwe neparêze.
Lê însan her tim vê rastiyê nabînin, carnan karê li zirara xwe dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar