06 maj 2023

Li ser du kitêbên pir hêja

Di van rojaên dawî da min du kitêbên Necat Zivingî yên pir hêja li dixwendin. Antolojîya ”Stêrkên Edebîyata Kurdî” û kitêba li ser jiyan û berhemên ”Evdirehîm Rehîmê Hekkarî”.

Herdu kitêb jî pir hêja ne, yek ji yekê muhîmtir e, herdu jî çavkanî û xezîneyên pir hêja, kurdperweriyê û zanînê ne.

Kitêbên wiha dibê li mala her kurdî, di kitêbxaneya her kurdî da hebin.

Bîyografîya Evdirehîm Rehîmê Hekkarî(Evdirehîm Rehmî Zapsû) lêkolîneke bîyografîke.

Evdirehîm Rehmî, xebatên wî yên siyasî û edebî, berhemên wî yên edebî, tarîxî bi berfirehî dide naskirin û bi kurtî analîza wan dike.
Di antolojiya ”Stêrkên Edebîyata Kurdî” da jî bi pêgotin û analîzeke mikemel 36 şair û nivîskaran dide naskirin.
Evdirehîm Rehîmê Hekkarî (1890-1958)yek ji şair û kurdperwerên bi nav û deng e.

Ew him dema Osmanî da, him jî ya dîktatoriya Kemalîzmê da jiya ye.
Di 68 salên jiyana xwe da bûye aktor û şahidê gelek bûyeran, gelek serîhildanên kurdan, gelek êş û azar kişandiye.

Dawiya jiyana xwe di nav kar û barên netewî da li Stenbolê derbas kiriye. Di 9ê sibata 1958a da li Stembolê wefat kiriye. Gorrra wî Edîrnekapîyê li gorristana Necatî Beg e.


Evdirehîm Rehmîyê Hekkarî li gel ku yek ji kurdperwer û şairekî sedsala 20ê yê berhemdar bûye, gelek tişt nivîsîne, gelek berhemên hêja ji me ra li pey xwe hîştine, lê dîsa jî têra xwe ji alî nifşên nuh va zêde nayê naskirin.

Cara pêşî bi xêra lêkolînên seydayê hêja Mehmed Emîn Bozarslan, Rehmî û berhemên wî hinekî hat naskirin.

Dûra gelek kesên din jî li ser jiyan û berhemên wî nivîsîn, hin berhemên wî, şiîrên wî hatin çap kirin, gîhandin destên nifşên nuh.
Ev xebata Necat Zivingî jî yek ji wan xebatan e. Zivingî, bi vê xebata xwe Evdirehîm Rehmîyê Hekkarî, xebatên wî, kovarên derxistine, kitêbên nivîsîne bi nifşên nuh dide naskirin. Bi xêra berhemên wiha nifşên nuh radibin tarîxa xwe, pêşiyên xwe, ked û xebata kirine nas dikin.

Kitêbên wiha di nav akurdan da zanîn û şiûra netewî xurt dike.
Antolojîya ”Stêrkên Edebîyata Kurdî”, ji navê wê jî xuya dibe, xebteke li ser hin şair û edîbên kurd e, 36  ”stêrkên edebîyata kurdî” bi serûber, bi rengekî xweşik bi xwendevanan dide nas kirin.

Di dawiya kitêbê da dibêjeje ”33 nûnerên edebîyata kurdî li gel şiîrên wan tên nasandin”, lê di kitêbê da ne 33, 36 şair hatine nasandin.
Ji bo naskirina tarîxa edebîyata kurdî ya nivîskî û naskirina edîb û hin şairên kurd, ”Stêrkên edebîyata kurdî” antolojiyeke pir hêja, pir giranbiha ye.

Kibêke dibê tim û daîm li ber destê meriv, li ser masa meriv be. Antolêojîja ”Stêrkên edebîyata kurdî" xezîneyeke (gencîneyeke) dibê di kitêbxaneya her kurdî da hebe.

Li ser tarîxa destpêka kurdîya nivîskî û edebîyata kurdî agahiyên hêja dide xwendevanan.
-Kurdî kînga derbasî nivîsê bû?
-Edebîyata kurdî kînga dest pê kir?
-Li gorî edebîyata cîhanê edebîyata kurdî di çi rewşê da ye?
-Mîrektiyên kurd, medreseyên çi tesîr li pêşketine kurdî edebîyata kurdî kirine?
-Roja jina(pîrekan)di parastin û pêşketina edebîyata kurdî da çi ye ?
-Destana Mem û Zînê çi tesîr li kurdan û edebîyata kiriye?
-Numûneyên nesra(nivîsa serbest)kurdî yên sereke kîjan in, kînga dest pêkirine?
-Di edebîyata kurdî da fikrê miletperweriyê û doza Kurdistanê çi ne?
-Di edebîyata kilasîk da rexnegiriyê û erotîzmê çawa cî girt?
-Serdestiya işqê/evînê li ser dîn û baweriyê çawa çê bû?
-Analîzkirineke nuh a edebîyata kilasîk çiqasî mimkûn e?

 Bi kurtî Necat Zivingî di vê berhema xwe da li ser edebîyata kurdî û edîbên bi çend lehçeyên kurdî nivîsîne xebateke mikemel kiriye, gelek edîb û berhemên başa nayên naskirin bi rengekî mikemel dide naskirin.

Necat Zivingî nivîskarekî hinekî îstîsna ye, merivekî piralî ye, gelek kar û îş ji destan tê.

Zivingî, abûqat e, sosyolog e, edîb e, şair e, rexnegir e, lêkolîner e, dîrokzan e, xatibekî pir baş e…

Û di her karê xwe da jî jêhatî û serketî ye. Her lêkolîn û berhama wî balê dikşîne, olaneke baş dide, di nav eserên sereke da miheqeq ciyê xwe digre.

Her axaftina wî, her nivîsa wî, her kitêba wî bi însên ra eşq û ruhê kurdayetiyê xurt dike, wek xencerekê li sînga dijmin û hêzên dagirker dikeve.

Hedefa qelema wî tim û daîm dijminê dagirker e, bi nivîsên xwe, bi axaftinên xwe, bi kitêbên xwe sebebên bindestiya me ji me ra dibêje, dijminên me, dagirkerên welatê me tarîf dike, wan bi me baştir dide nasîn.
Merivên wek Necat Zivingî xebatkar, produktîv (berhemdar),nasyonalîst kêm in.

Gava ez kesên wiha dibînim pir kêfxweş dibim, hêvî û baweriya min bi rojên baştir zêdetir dibe.

Antolojiya ”Stêrkên  Edebîyata Kurdî” û bîyografîya ”Evdirehîm Rehîmê Hekkarî” du berhemên dibê nifşên nuh, her keç û lawê kurd bixwînin.

Ji bo nivîsîna van herdu berhemên hêja ez Necat Zivingî pîroz dikim, hêvî dikim ji miletê xwe ra gelek eserên din binivîsîne, kitêbxaneya miletê kurd a netewî dewlementir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE