05 maj 2023

Ev rejêma faşîst bikekev e ji me ra baş e

Tirkiyê îro dîsa bi droneran êrîşê xaleke leşkerî ya HSDê kiriye, di êrîşê da du şervanên kurd hatine kuştin.

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinê ra êrîşên xwe zêde dikin. Belayeke mezin di me geriya ye. Dibê em xwe ji vê belayê xelas bikin.

Ev rejîma îslamî-faşîst ji bo me kurdan talûkeyeke mezin e, ev hukûmet bikeve, kî were dewsê ji me kurdan ra baştir e û çêtirtir e. Ne li zirara me ye, li kara me ye.

Kemal Kiliçdaroglu zora Erdogan bibe li kara me ye, ji me ra baştir.
Bi texmîna minErdogan û gurên dora wî careke din werin ser hukim ji me ra xerabtir e. Heger wek kurd em kanibin derbekê li Erdogan xînin dibê meriv bike.

Ez dibêjim ne rast e em bibêjin çi ji me ra, ev şerê tirka ye, çi dikin bir aji xwe ra bikin.
Rast e, Kilaçdaroglu partiya wî jî antî kurd in, lê dîsa jî cepheya Erdogan pir xeabtir e.

Gava du dijminên meriv bi hev dikivin ji bo ku dijminê xurt, dijminê har têk biçe, were kuştin dibê meriv destegê bide dijminê xwe yê zeîf. Ev rast e, ne şaş e.

Heger ji meriv were dibê meriv dijminê xwe yê zeîf têxe ser yê xurt, yê har, wî ji ber xwe da bixîne. Ev yek ne şaş e.

Heger meriv alî dijminê xwe yê zeîf neke, yê xurt, yê har ewê zora wî bibe û ji me ra xerabtir bibe.

Amerîkayê, Xerbîyan li hemberî Hîtler alîkariya Stlaînê komunîst kirin. Rast kirin, li karê derketin.

Heger alîkariya Sovyetê nekirina Hîtler ewê çend salên din li ser hukim bima û hinekî din Ewrûpa wêran bikira.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE