05 maj 2023

Siyaset û exlaq

Însan ji makzayî da ne baş e, ne xerab e, ne bi ehlaq e, ne jî bêehlaq e. Şertên madî, sosyal û menewî yên jiyanê, civata meriv di nav da mezin dibe şikilekî dide şexsîyeta û exlaqê însên.

20 salên îktîdara AKPê exlaqê civatê pir xera kir. Sîstemê, îdareya siysî gelek tiştên xerab bi ber însên xistin, bi rengekî pir xerab bi exlaqê însên lîstin.
Însan hewisandin sextekariyê, derewçîniyê, durûtiyê, pûlperestiyê, hîlle û xapandinê.

Dilpakîya însanan, paqijî û diristîya însanan a berê pir kêm bûye.
Însanên bêexlaq, durrû, fêlbaz, canbaz, hîlebaz li gorî 40-50 sal berê zêde bûne. 

Sîstem, îdara siyasî bi îdareya xwe, bi siyaset û felsefeya xwe bi exlaqê însanan lîst, exlaqê însanan dejenere kir. Sîstemê însan şibandin xwe.

Zarok di kîjan civatê da mezin bibe kultur,dîn û exlaqê wê civatê digre, kultur û exlaqê, dînê wê malbatê, wê civatêji xwe ra wek norm qebûl dike.

Ji bo ku di 20 salên îktîdara xwe da însan kirin wek xwe lema jî Erdogan hîn xurt e. Ji bo wê jî kesên piştgiriyê didin Erdogan û rejîma wî hîn pir in.

Di tarîxa Tirkiyê da serokek tu serok bi qasî Erdogan neket bin tohmetên pir giran, lê dîsa jî xelk dev jê bernade.

Koalîsyona AKPê, MHPê di tarîxa Tirkiyê da rejîma herî zulimkar, çete, diz, qanûnnenas e, lê dîsa jî bi milyonan însan piştgiriyê didinê.
Çimkî ew jî fêrî kelepûrê û talanê bûne.

Lema jî însanên ji rejîmê razî ne pir in, çimkî ew jî para xwe ji xenîmetê digrin, hukûmet çend, kurtêl û hestiyan dide wan jî.

Sebebekî din jî neyartiya kurda ye, neyartiya kurdan jî di nav tirkan da rayên Erdogan zêde dike.
Gelo di vê hilbijartinê da ewê bike?
Anket hemû dibêjin ewê bikeve, Kemalkiliçdaroglu ewê qezenc bike. Lê ez zêde bar nakim.

Ez dibêjim bi rayan wenda bike jî ewê îktîdarê nede, ewê têkçûna xwe qebûl neke.

Hêvî dikim ferq pir mezin be û têkçûn axwe qebûl bike. Lê ez zor dibînim.

Netîceya hilbijartinan çi be jî îhtîmala tevliheviyê, şer heye. Evy ek girêdayî şêla Erdogan e.
Min do çû raya xwe da. Du saet pencî deqeyî di rêzê da mam. Belkî 500 kes di rêzê da bûn. Qelebalixeke pir mezin hebû. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE