04 maj 2023

Bi vî aqilî em tu Kurdistanan nabînin

Namzetê AKPê yê rêza duduya yê Amedê Mehmet Saîd Yaz şertê xwe yê xwestina Kurdistanê eşkere kiriye, gotiye:
“Heger Kurdayetiyê bidin min û dînê min ji min bistînin, ez wê Kurdayetiyê û Kurdistanê naxwazim. Em wek Kurdên Misilman Kurdayetî û Kurdistanîbûna bê dîn û bê îman naxwazin.”

Tu naxwazî lê ez dixwazim. Bira Kurdistan çêbibe Kurdistaneka çawa dibe bira bibe. Ya muhîm em miletê kurd ji bindestiyê derkevin, bibin xwedî dewleteke netewî.

Bi vî aqilî tu kortika hustiyê xwe bibînî Kurdistanê nabînî. Bi vî aqilî, bi vê fanatîzmê Kurdistan çênabe.
Ev gotinên Mehmet Saîd Yaz tê maneya Huda-Par kesên ne dîndar, ne bi "dîn û îman" dijmin dibîne. Ev dîtineke dij netewî ye, her kesê ne wek xwe dijmin dibîne.

Bi ”dîn û îmanê” qesta Mehmet Saîd Yaz efendî îslamîyet e, dîndariya îslamî ye. Yanî dibê kurd misilman û dîndar bin…

Li gorî qeydên Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 208 welat hene. Ji van 208 welatan teqrîben 50 jê welatên misilman in. Wê demê 158 welatên ne misilman, ”bêdîn û bêîman in”. 

Lê ew dîsa jî xwedî dewlet in, wek Mehmet Saîd efendî dewleta xwe red nakin.

Ataturk Tirkiyeke îslamî, bi ”dîn û îman” çênekir. Lê tirkan dewleta xwe red nekirin, pê bûn xwedî dewlet û kurd jî kirin bindestên xwe.

Bira Kurdistan çêbibe bira Kurdistaneka îslamî be, bira monarşî be, bira demokratîk ya jî komunîst be. Wek însanan rejîm jî ne ebedî ne, bi wextê ra diguherin.

Ya muhîm miletê kurd ji bindestiyê xelas bibe, bibe xwedî dewleteke netewî. Kurd giş ne misilman û ne dîndar in. Kî bi çi bawer dike serbest e, dîn ne yê dewletê, yên însên e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE