04 maj 2023

Vîdeoya li ser êzîdiyan ez şok kirim !

Do bi şev di twîtterê da, di pervekirineke yekî bi navê Shaswar Mame da rastî vîdeoyeke li ser êzîdiyan hatim. Min lê temaşe kir. Ez di ciyê xwe da şok bûm, min velîst !

Di vîdeoyê da gelek meleyên soran û behdînî û hin kesên din(ew jî behdînî ne) li hemberî ezîdiyan bi rengekî eşkere banga êrîşek nuh dikin.
Kîn û nefreta, jahra ji devên wan dibare ez tevizandim, qutifandim.

Di vîdeoyê da li hemberî êzîdiyan kîn, nefreteke pir û pir mezin tê belavkirin, heqaretên nemayî  li êzîduyan tên kirin.

Xwedêgiravî li Şengalê êzîyan êrîşî ser mizgeftekê kirine, Quran çirandine, şewitandine, heqaret li dînê Îslamê kirine.

Dereweke bêbinake ye, êzdîyan tiştekî wiha nekirine û nakin. Ev dereweke Daîşê û îslamîstên kurd e. 

Bi dehan meleyên soran û behdînî bi kîn û nefreteke pir mezin êrîşê dibin ser êzîdiyan, fetwa heyfê û întîqamê didin, dibêjin gerek misilman xwe bidin ser hev û herin ji van kafirên bêdîn heyfa vê yekê bigrin. 

Gelek tiştê pir xerab dibêjin, ez şok bûm,  li hemberî kîn û nefreta min dît aqilê min sikinî.

Meleyên kurd, dîndarên kurd li hemberî însanên ne misilman çawa kanin hewqasî xeddar bin min fêm nekir.

Tiştê meriv ditirsîne zimanê piraniya meleyan e, belkî 20-30 heb in, xelkê swîl hene. Ji zimanê wan, gotinên wan kîn, nefret, jahr dibare.

Li Kurdistana Federe hewqas mele çawa kanin bi vê eşkeretiyê li dijî êzîdiyan axaftinên wiha bikin, milet teşwîqî êrîşê û qetlîamek nuh bikin meriv matmayî dimîne.

Di vîdeoyê da gotinên li dijî êzîdiyan tên kirin, kîn û nefreta tê belavkirin irqçîtî ye, nazîzim e, faşîzim e, banga û fetwa qetlîameke nuh e.

Kesên di vîdeoyê da dipeyivin, kîn û nefretê li dijî êzçdiyan belav dikin, fetwa kuştina wan didin, xwîna wan li misilmanan helal dikin dibê werin girtin û ceza bibin.

Tiştê meriv di vîdeoyê da dibîne li dijî êzîdiyan kampaniyek nuh hatiye destpêkirin. Ev yek talûkeyeke mezin e. Gerek hukûmeta Kurdistana Federe û ya Îraqê li hemberî van axaftinên mişt kîn û nefret, li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin.

Êzîdî ne neheq in dibêjin em ne kurd in. Meleyên miletekî, dîndarên miletekî li hemberî min jî wiha bifikirin, ji min jî hewqas nefret bikin, ez jî bibêjim êdî ez ne kurd im...

Ev jî lînka vîdeoyê û nivîsa li ser vîdeoyê ye:

”Dij-êziditî دژەئێزدایەتی Ev beşek in ji fetwa, faşîzm, rasîzm, sexism, nefret, kîn, êrîş û heqaretên ku em van rojan li Başûrê Kurdistanê li dijî civaka Êzidî dibînin. Rewş gihiştiye astekî ku behsa pilana êrişên çekdarî li dijî Êzidîyan tê kirin. Kesên Dijeêzidî nûçeyek derew ku qaşo li Şengalê êrişî camîyekê hatiye kirin, ji xwe re kirine hêcet daku dest bi kampanyayek mezin bikin li dijî Êzidîyan. Divê #Dijêzidîtî wek sûç di qanûnên Îraqê û Kurdistanê de were bicîhkirin û hemû kesên Dijeêzidî werin cezakirin.

*** ئەمە تەنها بەشێکی کەم لەو فەتوا، فاشیزم، ڕاسیزم، سێکسیزم، ڕق، نەفرەت و سوکایەتییانەیە کە لەم ڕۆژانەدا لە باشووری کوردستان دژی ئێزدییەکان دەیبینین. بابەتی «هێرش بۆ سەر مزگەوتێکی شەنگال» کە دەرکەوت هەواڵێکی ڕاست نییە و هەڵبەستراوە، تەنها بیانوویەک بوو بۆ ئەم کەمپینە بەرفرەوانەی #دژەئێزدایەتی. پێویستە بەزووترین کات قانوونێک بۆ پاراستنی ئێزدییەکان لە کوردستان و عێراق دەربچێت و بەتووندی سزای دژەئێزدییەکان بدرێت کە هەوڵ دەدەن زەمینەی فەرمانێکی دیکە بۆ کۆمەڵکوژکردنی ئێزدییەکان خۆش بکەن.”

Lînka vîdeoyê:
https://twitter.com/shaswarmame21/status/1653852369069776896

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE