03 maj 2023

Ev zulm ewê ji we ra nemîne

Bi girtinê, bi terora dewletê dixwazin îradeya miletê kurd bişkînin. Kurd ewê tu carî serî li ber zulma we, li ber terora we netewînin.

Pûlisên tirk îro jî li Rihayê 11 kes, li Silopyayê 7 kes, li Dîlokê 3 kes, nizanim li ku derê jî çend kes girtine.

Her roj 20, 30, 40 kesan digrin. Girtina kurdan, terorîzekirina kurdan bûye karê vê dewleta faşîst a rojane.

Di van 6 salên dawî da her sal 21 bendîxane(girtîgeh) çêkirine. Salê çûnî 22 heb, îsal jî ewê 20 hebên din çêbikin.

Gişan jî ji bo kurdan çêdikin, ev dewleta antî-kurd, faşîst ji kurdan ra dibêje ya hûnê teslîm bibin, dev ji doza azadî û serxwebûnê berdin, ya jî emê we gişan têxin bendîxaneyan.
Heger armanca wan ne ev be her sal herî kêm 20 bendîxaneyan çênedikirin.

Li gorî beyanên resmî li Tirkiyê û Kurdistanê 341 hezar û 497 girtî di bendîxaneyên Tirkiyê da ne. Ji wan herî kêm ji sedî 40-50î wan kurd in.

XXX
Hilbijartinên Tirkiyê ji bo kurdan vê carê pir rengîn û tevlihev xuya dikin. Her kes li têlekê dixîne, li gorî xwe tiştekî rast dibîne, tercîhekê pêşniyar dike. Her çiyakî bakî lê, her însanekî aqil û sewdakî lê.

Lê bi rastî ji bo kurdan vê carê hilbijartineke zor e, cepheyek jî ne li gorî dilê kurda ye.

Meriv nekeve gewriya hev, bela xwe di hev nede baştir e. Kî çi rat dibîne, raya xwe dide kê bira bidê. Bi minaqaşe û rexneyên di pilatformên medya sosyal da kes nikane fikrê kesî biguherîne.

Di minaqaşeyan da jî meriv bi temkîn be, gotinên ne xweş ji hev ra nebêje baştir e.

XXX

Xortekî ji min pirsiye, gotiye ”Gelo em serê sebeban kê bibînin?”
Serê sebeban siyasetmedar in, ronakbîr in, zana û alimên kurd in. Yên zanin em bindest in, welatê me hatiye dagirkirin lê wacibên xwe, berpirsiyariyên xwe yên netewî bi cî naynin, li dijî dagirkeriya welatê xwe bêdeng in, bûne dost û hevalên dagirkeran.

Silava Xwedê jî li wan jî heram e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE