02 maj 2023

Tiştê meriv dibîne meriv pê kelogirî dibe

Li Silopiyayê ciwanan ji bo taximên tirk Beşîktaş û Galatasarayê hevdu perîşan kirine.

Do ne pêr(30/5)piştî maça taximên tirk Beşîktaş û Galatasarayê li Silopiyayê di nabêna alîgirên herdu taximan da şer derket.
Bi sedan xortên kurd ji bo du taximên tirk bi hev ketin, bi pihîn û hutikan hevdu kel û kût kirin.

Di Twîtterê da vîdeoya şer belav kirine. Ev vîdeo jî nîşan dide em miletekî pir pûç in, em ne tu milet in. Şiûra kurdayetiyê bi me ra, bi civata me ra di dereceya sifirê da ye.

Li bajarekî wek Silopiyayê çêbûna bûyereke wiha ji bo me şerm û rûreşiyeke mezin e.

Heger mezin, rêber û siyasetmedarên kurd piçek kurdayetî dabûna zarokên vî miletî, ciwanan ev trajedî nedibû.

XXX

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Airiyê û li Wanê bûye. Min bala xwe da dîmenên mitîngên herdu bajaran. Bi dehhezaran însan li meydanan alên tirk li ba dikirin. Meydanan ji alên tirk tirk sor dikirin.
Li du bajarên Kurdistanê yên herî polîtîze ruhê kurdayetiyê xuya nake.
Rismê meriv dibîne ji bo me kurdan, ji bo partiyên kurdî rûreşiyeke mezin e.
Erdogan jî here ewê eynî tişt be, ji bo wî jî bi dehhezaran ewê ala tirk li bak in.
Dibê mezin û siyasetmedarên kurd ji ber vê tirkparêziya kurdan şerm bikin.
Partiyên kurdan, siyasetmedaran di van 30-40 salên dawî da kurd pûç kirin, kirin tirk û tirkparêz. 
Bi tiştê meriv dibîne giriyê meriv tê.

XXX
Peyayên Erdogan û tirkan di Facebookê da dîsa li min gilî kirine, gotine ji ber ku min gotiye ”hin kurd carê elimîne xulamtiya tirkan, bindestî bi wan zor nayê”, min li wan heqaret kiriye, min kîn û nefret belav kiriye.

Him dibin xulamên dijmin, him dibêjin bi bîra me nexînin.

Facebookê got me 2 rojan kontoya te girtiye. Min îtîraz kir, konto vekirin.

Sîstema Facebookê pir laçqe bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE