07 maj 2023

Îslamîstên tirk ji bo ala tirk dimrin, îslamîstên me li dijî ala kurd in

Îslamîstên tirk û ereb mêrikan ji her kesî bêtir nasyonalîst in, ji bo ala xwe canên xwe didin.

Îslamîstên me kurdan eksê wan in, ji bo miletê xwe ne dewletê dixwazin, ne jî alê û kurdperwerên dewletê û alê dixwazin jî irqçî dibînin.

Ji bo îslamîstên tirk kesên li dijî ala tirk xayin in, dijminên miletê tirk in. Ji bo îslamîstên Huda-Parê yên Kurdistanê û ala kurd dixwazin irqçî ne, dijminên Îslamîyetê ne, dibê şerê wan were kirin.

Li gorî îslamiyên Huda-Parê dibê kurd Kurdistanê nexwazin, ala kurd nexwazin, ji dêlî wê va umetê û ala tirk biparêzin.
Yanî dev ji kurdbûna xwe, daxwaza azadiyê, serxwebûnê berdin, bibin tirk.
Ev axatina serokê Huda-Parê Zekerîya Yapicioglu îspata vê yekê ye.

Zekerîya Yapicioglu ji bo ku baweriyê baş bide tirkan ew ne li dijî ala tirk e, ew ala tirk wek ala xwe dibîne, gotiye:

-Tu geleşeke me bi alê ra tuneye. Ev al ya me gişan e, ala 85 milyonî ye. Çi li ser vê alê heye?
Hîlal heye, stêrk heye. Dema em hîlalê dibînin ji bo me eydî ye. Dema em hîlalê dibînin em dest bi girtina rojiyê dikin. Hîlal sembola Îslamê û serxwebûnê ye. Ne di ala me tenê da, di ya Pakîstanê da, di ya Cezayîrê da, di ya Tunusê, Qibrisê, Azerbêcanê û di ya gelek welatên Îslam da jî hîlal heye.


Serokê Huda-Parê yê Tersûsê Huseyin Demirkol jî gotinên serokê xwe parastiye, gotiye:

-Hinek bi israr werin ser me jî em ji bo silametiya welat û gelê xwe dibêjin umet, milet, al. Wek serokê me birêz Zekerîya Yapicioglu jî gotiye, ”tu gelşeke Huda-Parê bi alê ra çînebûye û çênabe jî.

Yapicioglu û Demirkol alê, dewletê layiqî her miletê misilman, layiqî 380 hezar tirkên Qibrisê dibînin, lê ji miletê xwe ra, ji 20-30 milyon kurd ra ne dewletê dixwazin, ne jî alê. Tirkiyê welatê xwe, ala tirk jî ala xwe dibînin.
Çimkî şexsîyet, ruhê netewî pê ra nemaye, ji bo kursiyeke meclîsa Tirkiyê dev ji qewmîyeta xwe û mafên xwe yên netewî berdane, bûne tirk, hemû sembolên tirkan wek yên xwe dibînin.
Îslamîstên tirk ala xwe di ser Quranê ra dibînin, lê yên me naxwazin aleke wan jî hebe.
Kurdê raya xwe bide Huda-Parê û van kesan ew jî li dijî azadiya miletê kurd e, ew jî li dijî ala kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE