08 maj 2023

Em her sal dibêjin sal bi sal xwezî bi par

Ji xew rabûme, serê min tevlihev e. Min gelek xewn û xerbeleyên tevlihev dîtine.
Hêdîka kompîtorê fevedikim.
Di twîtterê da ji Kurdistanê xeberên bêmoral, hêvîşikestî bi ber çavên min dikevin. Moralê min hinekî din xera dibe.

Difikirim çi binivîsînim?
Tiştekî li gorî dilê min nayê bîra min.

Berê xwe didim malpera xwe ya Facebookê. Fasebookê nivîseke min 8 sal berê bi bîra min xistiye. Nivîs li ser roja qedandina Şerê Cîhanê yê Duduya. Nivîsê dixwînim, kêfa min jê rat ê. 

Biryarê didim careke din parve bikim. Çimkî rewşa me kurdan xerabtir bûye, baştir nebûye.

XXX

Serokwezîrê Îngilistanê Wînston Churchîll 78 sal berê di 8ê gulanê da mizgîna qedandina Şerê Cîhanê yê Duduya da gelên Ewrûpayê û cîhanê.

Ewrûpî ji bin dagirkeriya nazîyan xelas bûn, ji bo wan şer qediya, her milet gihîşt azadî û serxwebûna xwe. Em tenê man bindest, hejar û perîşan.

Şerê ewrûpiyan qediya, yê me kurdan hîn berdewam e, em hîn bindest in.

XXX
Alî Yeşîldagê çeteyê berê di vîdeoya xwe ya sisiya da dibêje, "Tayyip abî serokê çeteyan ê herî mezin e. Ez ji we ra tiştekî bibêjim, Tayyîp abî çeteya dinyayê ya herî mezin ava kiriye."

Mêrik rast gotiye. Ev çend sal in ez jî viya dibêjim...

Dewletek û bi sedhezaran çete di bin destê wî da ne. Di tarîxê da tu çete hewqasî mezin û xurt nebûye. Çimkî dewlet li piştê ye.

Ji axaftina Alî Yeşîldag:

"50 milyon dolar girtin, me erdê(ersa)mêrik xesp kir. Ez xwe jê naqetînim. Ez jî di nava îş da me. Ez li dû 5 milyon dolrê xwe me. Ersa mêrik bi zor jê stendin. Yanî xesp kirin. Çete heye, jimar têrê dike çimkî. Me erdê(ersa) mêrik jê stend. Serokê çeteyan kî ye? Tayyip Erdogan.

Binêrin ez ji we ra tiştekî bibêjim? Hûn zanin nuha rewşeke çawa heye? Tayyip Erdogan nuha çeteyê dinyayê yê herî mezin ava kiriye. Alcopon, Roman, Vito Carleone û yên din giş çîrok in. Qanûn tuneye, nîzam tuneye, sawcî jê, pûlis jê, cendirme jê, mahkime jê, wezîr jê. Ma hûn kanin çi bibêjin? Hûn nikanin binivîsînin jî."

XXX

Gotineke swêdîyan heye, dibêjin ”meriv nikane kûçikê pîr fêrî rûniştinê bike.”

Yanî tu çi bikî jî ewê tim wek xwe bike, wek ew dixwaze rûne.

Kurd jî dibêjin dêla kûçik rast nabe. Tu çi bikî jî tu nikanî dêlê kûçik rast bikî.

Ev gotin gişk rast in.

Lê meriv kûçik bi kûçik bide xeniqandin ne şaş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE