08 maj 2023

Bi tirkî bersîvê nedin pirsên telewîzyonan !

Hin kanalên telewîzyonan li bajarên Kurdistanê li ser hilbijartinan fikrê xelkê dipirsin,dibêjin hûnê raya xwe bidin kê?

Fena ku li Tirkiyê û li bajarekî tirkan bin, pirsên xwe bi tirkî ji însanan dipirsin.
Dibê kurd bersîvên pirsên bi tirkî nedin, bi wan ra bi tirkî nepeyin.
Xelk ne di wê zanînê da ye bi tirkî bersîvê nedin pirsên wan.
Dibê kurdên welatparêz, ronakbîr, bepirsiyarên partiyên kurdî ji xelkê ra bibêjin bi tirkî bersîvê nedin pirsên telewîzyonan, bi kurdî bersîvê bidin.

Kurd, berpirsiyarên partiyan dibê di medyaya sosyal da li ser vê meselê rawestin, ji xelkê ra bibêjin bi telewîzyonan ra bi tirkî nepeyivin, bersîvên pirsên bi tirkî nedin. Bira telewîzyon bi kurdî bipirsin, bersîvên wan bi kurdî bidin.

XXX
Komara Îslamî ya faşîst van rojan bi fisgenikî zor daye wahşet û hovîtiya xwe, hema hema her roj du sê kesan îdam dikin. Meleyên faşîst qet guh nadin protestoyên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên demokratîk. Bi van hovîtiyên xwe dixwazin miletê kurd û xelkên Îranê çavtirsiyayî bikin.
Hûnê rojekê hesabê vê hovîtiya xwe bidin, hûn qatil û celadên bi dehhezaran însan in, evê ji we ra nemîne.

XXX
Çeteyên hukûmetê, gurên boz li Hollandayê, li hin bajarên Kurdistanê û Tirkiyê, li ser sindoqên hilbijartinê êrîşî xelkê dikin. Êrîşên wiha dihat texmînkirin. Koalîsyona îslamî-faşîst bi êrîşên wiha dixwaze tirsê, xofê têxe dilê milet. Lê ewê bi ser nekevin. Ez bawer nakim bi êrîşên wiha xelk serê xwe bitewîne, telîmî rejîmê bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE