09 maj 2023

De ez û şansê xwe

Çavê min ê rastê dêşe, piştî bîstek xwendin û xebat hêsir jê tê. Erebe kevn bûye, dema arizê, serwîs û tahmîratê ye. Ê helbet jiyan bê êş, bê derd û kul, bêyî çavêş nabe.

Ez ji kalbûnê ra tiştekî nabêjim, gazinan jê nakim, lê xwezî arizeyên wiha tunebûna. Gelşên wiha nahêlin meriv dilê xwe li xwendin û nivîsînê rehet bike.

Ev dinya wiha ye, gul bê sitirî, jiyan bê gelş û nexweşî nabe. Birinca bêrûn û bêxwê rijî û bêtahm e. 
Çavêş, serêş, corona û gelek nexweşiyên din jî beşekî jiyanê ne, carnan di meriv dertên. Xwedê meriv ji nexweşî û bêtarên giran bisitirîne. 
Çav muhîm e, heta roja dawî min îdare bike baş e. De ez û şansê xwe.


XXX

Erê rast e, Erdogan hesabdarekî baş e, hesabê xwe baş zane, dek û dolaban, hîle û firldaqan baş digerîne.

Lê kabê meriv her tim mîr nayê, car heye hesabê malê û bajêr li hev dernayê.

Îhtîmala vê carê hesabê efendî şaş derê zêde ye. Li çarhawêlî xwe dahfik û kêmîn danîye, îhtîmala ew bi xwe di kemîna xwe wer bibe zêde ye.

Wele tirkan hetanî nuha li hemberî dîktatoran tu carî surprîzên mezin nekirine, lê lêkolîner hemû dibêjin umrê hosteyê sextekariyê hindik maye.

XXX

Her kes xwe li agirê germ digre. Hetanî nuha agirê Erdogan germ bû, çeteyên babebet babetî xwe xwe dabûn dora wî, bêrîkên xwe baş dadigirtin. Lê îhtîmala agir li ber vemirînê ye zêde xuya dike, lema jî hin çete îfadê li ser didin.

Esas gelek tişt tên zanîn, lê di zêdebûna şahidan da zirar tuneye, şahid û belge çaqas pir bibin baştir e, sûc sabît dike.

XXX

Cî li Reîsê Mezin teng dibe

Di van rojên dawî da li ser Reîsê Mezin vîdeoyên cî lê teng dikin, xewa şevan lê direvînin tên belavkirin.

Herî dawî jî yekî ji malê, Alî Yeşîldag dest bi îtîraf û îfşeatên gelek muhîm kiriye.

Hetanî hilbijartinan belkî hinekên din jî ji pişt Reîs bazdin, ew jî dest bi îtîrafan bikin.

Hevalê nigê şemitî tuneye. Reîs nuha dilikume, heger bişemite ewê serserî here, milyarên diziyê ewê di zar û bîvila wî ra bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE