09 maj 2023

Yê li dijî Qetlîama Gelîyê Zîlan be nabe hevalê Erdogan

Berbijêrê AKPê yê Wanê Burhan Kayaturk gotiye ”heta ew sax be ew Qetlîama Geliyê Zîlan ji bîr nake...”

Derew û demagojiye, yê dilê wî ji bo Qetlîama Gelîyê Zîlan bişewite nabe berbijêrê AKPê û hevalê Erdogan.

Meriv welatparêz, dilşewatê Qetlîama Gelîyê Zîlan şûrê Erdogan nakşîne, reqlame wî nake.

Erdogan, Bahçelî gurên dora wan him mîratxurên Qetlîama Gelîyê Zîlan in, him jî nuha eynî qetlîaman bênabên dikin.

Qetlîamên di dema AKPê da bûne deh carî li Qetlîama Gelîyê Zîlan in.
Hevaltiya Erdogan, piştgiriya Erdogan ji ya Kemal Kiliçdaroglu gelkî xerabtir e.
Di 20 salên îktîdara Erdogan da Tirkiyê li başûr û rojava nîvê Kurdistanê dagir kiriye, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirine. 
Bi sedhezaran ereb, uygur di gund û bajarên kurdan da bi cî kirine. Bi hezaran kurd kuştine, bi sedan gund vala kirine.
Erdogan 20 sal e dewletê îdare dike, ciyê gorra Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî nabêje. Burhan Kayaturk efendî xwe ji viya aciz nake, êrîşî Kiliçdaroglu dike.

Efendî çavên xwe ji van qetlîamên AKPê ra digre, qetlîama 90 sal berê ji bîr nake. 
Hukûmeta AKPê 8 sal berê Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Farqîn, Licê, Silopî û çend bajar û herêmên bi tank û topan wêran kirin, herî kêm hezar kes kuştin, şewitandin.
Burhan Kayaturk efendî qala van qetlîaman nake, wan ji bîr dike, lê Qetlîama Geliyê Zîlan ji bîr nake.
Her kesê berbijêrê AKPê ye, piştgiriyê dide Erdogan hevalê hêzên dagirker e, mitefikê dijmin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE