10 maj 2023

Xweşbînî ji reşbîniyê baştir e

Pêşiyên me gotine sibe tê xêr vêra. Vaye sibeyeke din jî hat, înşela xêrê vêra were.

Dilê min bihîstina xeberên xweş dixwaze. Tenê li tiştên baş û xweş difikrim.
Dibêjin xêrê bixwaze bira Xwedê xêrê bide te, ez jî vêsê wer dikim.

Rewşa me û ya tirkan qet ne baş e, lê dîsa jî optîmîzim ji pesîmîzmê baştir e. Çawa be jî xweşbînî ji reşbîniyê baştir e.

Ne ji êşa çav be dixwazim gelek tiştan bixwînim û binivîsînim.

Min Notên Rojane yên bînbaşiyê îngilîz Edward William Charles Noel(1886-1974) xwend, hin not girtin.

Di kitêbê da li ser kurdan, li ser lawê Îbrahîm Paşayê Millî Mahmûd Beg, eşîra me Çûva, rêwîtiya ji Qerejdaxê, parastina ermenîyan ji qetlîamê ji alî Îbrahîm Paşa ve, tê da hin notên muhîm hene.
Ezê tiştekî li ser binivîsînim lê nuha çavê min diêşe, bira hinekî rehet be dûra…

XXX

Yê tu yî bê dike, tuya wî lê vedigere, tu yî ruyê xwe dike. Miletê kurd ba ye, bi neyartiya me tirk şaşiyek mezin dikin. Ne em tenê, ew jî li zirarê dikin.

Me pir kişandiye, em gelek caran têk çûne. Lê her têkçûn derseke. Dersên em ji tarîxa digrin dikevin ser hev. Di rojên pêş da ewê bi kêrî me bên.

XXX
Merivê zalim, neheq jixweber nakeve, dibê dibê hinek gêr kin. Yanî ketina wî ji Xwedê ra nehêle. Nebêje neheq e, zalim e, Xwedê ewê rojekê bela wî bidê, husutuyê wî bişkîne.

Ev ne rast e, dibê meriv ya nig li ber xîne, ya jî gêr bike. Heger tirk bixwazin kanin di 14ê gulanê da Erdogan gêrî nava gerrek û avzêmê bikin, wî ser piştê li erdê bikin çît û berdin.

Lexta kurdan tenê têrê nake, dibê tirk vî zalimî gêr bikin, lextekê lêdin.

XXX

-Ji bîr meke, moza di devê wê da hingiv heye, di boçika wê da jî derziya wê heye.

-Ya dibê tu tiştekî hêjayî xendinê binivîsînî, ya jî tiştekî hêjayî li ser were nivîsîn bikî.
Ev jî bi xwestinê nabe, dibê ew cewher bi meriv ra hebe. Bi xwezîya dest nagihîje baqê kezîyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE